Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo rêxistinkirina gel bê navber dixebite  

REQA – Komîteya Avakirina Meclîsan a Meclîsa Sivîl a Reqayê amadekariyên vekirina meclîsa taxa Rimêla ya bajarê Reqayê û vekirina Mala Gel li heman taxê, dike.

Piştî bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin û hin tax ji mayîn û bermahiyên çeteyan hatin paqijkirin û vegera şêniyên wan taxan, Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo birêxistinkirina gel da ku xwe bi xwe  bi rêve bibin, bê navber kar dike.

Di vê çarçoveyê de, Komîteya Avakarina Meclîsan a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo  ku meclîsa taxa Rimêla ava bike, amadekariyan dike. Her wih wê Mala Gel li heman taxê werê vekirin.

Ji rêveberên Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz Çîçan diyar kir ku armanca wan a sereke xizmeta gel e, li ser vî esasî jî  ew amadekariyên vekirina  Mala Gel li taxa Rimêla û avakirina meclîsa heman taxê dikin, da ku gel xwe bi rêve bibe.

(bx/kc)

ANHA

REQA-AMDAKIRNA-JE BO-VIKRNA-MALA -KIL (1) EZIZ GAGAN