Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Sivîl amadekariya jinûve avakirina Reqayê dike

XALID CUMA

EYN ÎSA – Meclîsa Sivîl a Reqayê amadekariya avakirina Desteyên Rêveber û Zagonsaz piştî rizgarkirina bajarê Reqayê dike.

Sekreterê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ibrahîm Ferec da zanîn ku Meclîsa Sivîla a Reqayê amadekariya xebatên piştî rizgarkirina Reqayê dike. Ferec wiha got: “Piştî rizgarkirina Reqayê, dê bajar ji mayînên çeteyan û enqazan were rizgarkirin. Di vê çarçoveyê de 5 ekîbên navneteweyî yên rakirina mayînan hatine amadekirin. Piştre jî dê Komîteya Lêkirinê bi destekdayîna koalisyona navneteweyî  û Buroya jinûve avakirina Sûriyê re, bajarê Reqayê jinûve ava bike”.

Ferec di berdewama axaftina xwe de anî ziman  ku piştî ku bajar ji mayîn û bermahiyên şer were paqijkirin, her wiha pirsgirêkên av û ceyranê bêne çareserkirin dê welatî vegerin malên xwe.

Ferec her wiha destnîşan kir ku ew ê li bajêr bi hevkariya koalisyona navneteweyî, xebatên perwerdeyê jî bêne meşandin.

Ferec di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî welatiyên Reqayê kir ku piştî rizgarkirinê vege4rin warên xwe. Her wiha bang li kesên ku ji welat derketine kir ku vegerin warê xwe û bajarê xwe jinûve ava bikin.

(mm)

ANHA