Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Sivlîl a Reqqayê dest bi belavkirina alîkariyan kir

REQQA – Meclîsa Sivîl a Reqqayê dest bi belavkirina alîkariyan li koçber û şêniyên herêmên rizgarkirî kir.Meclîsa Sivlîl a Reqqayê dest bi belavkirina alîkariyan kir (1)

Meclîsa Sivîl a Reqqayê beriya du rojan hate avakirin, piştî avakirinê, meclîsê yekser erka xwe ya xizmeta şêniyên herêmê pêk anî, di vê çarçoveyê de kampaniya belavkirina alîkariyan destpê kir.

Kampaniya bi hevkariya Meclîsa Sivîl a Reqqayê û Navenda Têkiliyên Giştî ya QSD’ê li gundên Tebqa û Reqqayê yên rizgarkirî pêk hat.

Meclîsê îro 5 kamyon ard li malbatên gundên Tebqa yên rizgarkirî û koçberên wê belav kir. Her malbatekê kîsek ard girt.

Rêveberê Navenda Têkiliyên Gîştî ya QSD’ê Ebdulezîz Yûnis diyar kir ku piştî QSD’ê gelê herêmê rizgar kir, îro bi hevkariya Meclîsa Sivîl a Reqqayê rola xwe ya peydakirina pêdiviyên welatiyan ên jiyanî ji koçberan re bicih tîne, û bang li rêxistinên mirovî kir ku erkên xwe yên beramberî van koçberan bicih bînin û alîkariya mirovî bigihînin wan.Meclîsa Sivlîl a Reqqayê dest bi belavkirina alîkariyan kir (4)

Hêjayî gotinê, ji destpêka operesyona rizgarkirina Reqqayê alîkarî li koçberên herêmên dihatin belavkirin, lê ev cara yekemîn e ku îro ku alîkarî derbasî herêmên başûrê çemê Firatê û gundên Tebqayê tên kirin.

(ne/dc)

ANHA

Meclîsa Sivlîl a Reqqayê dest bi belavkirina alîkariyan kir (3)