Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Xeta Rojava ya Minbicê dest bi amadekariyên 15`ê Tebaxê dike

MINBIC – Ji bo amadekariyên çalakiyên slavegera yekemîn a rizgarkirina Minbicê, Meclîsa Xeta Rojava ya bajarê Minbicê, civîneke berfireh ji komîteyên xizmetguzarî yên komînan, li taxa El-Serab lidar xist.MINIBIC-LI-TAXA-MESREB-CIVIN1 (2)

Di civînê de, Rêveberê Meclîsa Xeta Rojava Hesen Arif û rêveberên xetên taxan ên girêdayê Xeta Rojava, amade bûn.

Hesen Arif egera lidarxistina civînê anî ziman û ev tişt got:”Bi boneya salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Minbic û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ`ê, wê gelek çalakî werin lidarxistin û gelek şande wê serdana Minbicê bikin. Ji ber vê yekê jî wekî komîteyên xizmetguzarî pêwîst e bi erkê xwe rabin û hemû taxên rojava paqij bikin”.

Piştî nîqaşa di navbera beşdaran de, biryar hate girtin ku wê siba dest bi paqijkirina taxên rojava werê kirin.

(kc)

ANHA