Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Zagonsaz ji bo guhartina benda 4 a zagonên hilbijartinê pişniyar pêşkeş kirin

AMÛDÊ – Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê di civîna xwe ya yasayî de, derbarê guhartina benda 4 ji beşa yekemîn a lîsteya rêveber a  zagonên hilbijartinên Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê, hîn pişniyar pêkeş kirin.AMUDE-CIVINA-MECLISA-ZAGONSA-LI-SER-HILBIJARTINA1 (3)

Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê, di civînekê de lîsteya rêveber a zagonên hilbijartinên federaliya ji bilî benda 4 ji beşa yekemîn, erê kir. Desteya Rêveber derbarê guhartinên benda 4 ji meclîsên zagonsaz ên  Kobanê, Efrîn û Cizîrê xwest ku nîqaş bikin û pişniyarên xwe rêbikin.

Di vê çaroveyê de, Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê di civîna xwe ya yasayî de benda 4 nîqaş,  kir û pişniyarên xwe derbarê guhartina hîn  têgehên benda 4, ji Desteya Rêveber a Federiya Bakûrê Sûriyê rêkirin. Desteya Rêveber jî ji aliyê xwe ve, wê hemû pişniyarên  ku ji meclîsên zagonsaz hatine binirxîne û rengê dawî yê benda 4 eşkere bike.AMUDE-CIVINA-MECLISA-ZAGONSA-LI-SER-HILBIJARTINA1 (1)

Di dawiya civînê de, endamên meclîsê reşnivîsa projeya”Destûra Federaliya Demokratîk a Sûriyê” xwendin.

(kc)

ANHA