Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Zagonsaz qanûna hilbijartinan û dabeşkirina rêveberiyê nîqaş kir

Dîmen

KOBANÊ – Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê ya herêma Firatê di civîna xwe ya asayî ya 15ʹan de mijarên girêdayî qanûna dabeşkirina sê herêmên Fedraliya Demokratîk û qanûna hilbijartinan nîqaş kir.KOBANE-CIVINA-MECLISA-ZAGONSAZ ‫(1)‬

Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê di civîna xwe asayî de biryarnameya hejmara /3/ ku di 28ʹê Tîrmeha 2017ʹan de hate destnîşankirin û dema hilbijartinan diyar dike nîqaş kir. Endamên meclîsê dema lidarxistina hilbijartinan di herêma Firatê de û piratîzekirina dabeşkirina Rêveberiyên herêmî û sînorê herêmê nîqaş kirin.

Hevserokên Meclîsa Zagonsaz a kantona Kobanê Foziya Ebdê û Nîhad Ehemed civîn birêve birin, Endamên Melcîsên Herêmî û Komînên sê etên kantonê (rojhilat, rojava û Başûr) jî beşdarî civînê bûn.KOBANE-CIVINA-MECLISA-ZAGONSAZ ‫(145752578)‬ ‫‬

Nîqaş û pirsên beşdaran li ser çawaniya dabeşkirina Rêveberiya sê kantonan û girêdana di navbera navçeyan û bajaran de wê çawa pêkwere. Di nîqaşan de girêdana navçeya Çelebiyê ku berê girêdayî Kobanê bû, bi Sirînê hate nirxandin. Di civînê de her wiha mijara diyarkirina navenda Herêman jî hate nîqaşkirin. Beşdaran pirsa navendên hersê herêman jî kirin û gotin ji ber di her herêmekê de 2 kanton heye, wê navenda Herêmê kur be hate kirin.Di nava nîqaşan de jî behsa çarenûsa herêmên kun û hatine rizgarkirin û bajarên wekî Minbicê jî û tevlîbûna wan a di nava Feraliyê de jî hate nîqaşkirin.KOBANE-CIVINA-MECLISA-ZAGONSAZ ‫(145752577)‬ ‫‬

Dîwana Civînê bersiva hemû pirsan dan. Hevserokê Melcîsa Zagonsaz Nîhad Ehmed berisva hemû pirsan dan û got ku Fedraliya Bakurê Sûriyê ji sê herêman û 6 kantonan pêk tê. Di wan de jî 12 herêmên biçûk hene. Ev dabeşkirin li gorî misogeriya pêkanîna wekhevî û parstina hevsengiya di navbera hemû herêman de pêk hatiye û got ku dabeşkirin li ser esasê girêdana bajar û bajarokan bi hev e pêk tê, da ku yekîneyên rêveberiyê yên ku karibe civakê pêş bixe ava bikin.

Derbarê navenda herêman jî Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê Foziya Ebdê jîaxivî û got ku sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê li ser esasê ne navendiyê tê avakirin û ji bîrokrasa ku gelê Sûriyê jê aciz bûye dûrketin tê sazkirin.

Foza Ebdê destnîşan kir ku di her herêmekê de 2 kantona hene û ji her kantonekê re jî dê sîstema wê ya taybet û siyaseta wê ya taybet ku karê wê diyar dike hebe û got: ʺEv tenê di rewşên şer de biryar ji Meclîsa Gelan a Demokratîk digre.ʺ

Foza Ebdê têkildarî herêmên ku nû têne rizgarkirin jî got ku gelê wan herêman çarenûsa xwe diyar dikin û wiha dom kir: ʺDê li wan herêman refirandûm çêbibe û dê gelê wan herêman çarenûsa xwe diyar bikin.ʺ

Di dawiya civînê de Meclîsa Zagonsaz a Kobanê dema hilbijartinan komînan di 22ʹê elûna îsal de diyar kir û dema hilbijartina meclîsên şaredawriyan û navçeyan jî di 3 cotmehê de diyar kirin. Diyarkirina dema hilbijartinan li gorî hevpyemana civakî û briyara /3/ ya Meclîsa Damezirîner a Sîstema Fedraliyê ku di dîroka 28ʹê tîrmeha îsal (2017) an de ku dema hilbijartinan diyar dike, derketiye.

(dc)

ANHA