Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsên jinan ên taxên Şehîd Kawa û Serhed hatin avkirin

KOBANÊ– Hemleya avakirina meclîsên jinan li Kantona Kobanê didome, di vê çarçoveyê de du meclîs hatin avakirin.KOBANE-AVAKIRINA-MECLISA-JINE ‫(1)‬

Kongreya Star a Kantona Kobanê bi armanca avakirina meclîsa taybet a jinan a taxa Şehîd Kawa û taxa Şehîd Serhed civînek li dar xist.

Civîn li avahiya Kongreya Star bi amadebûna endam û rêveberên Kongreya Star û bi dehan jinên taxên Şehîd Kawa û Şehîd Serhed hate lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, endama Kongreya Star Semîre Ehmed wateya komîn û girîngiya avakirina meclîsên jinan da xuyakirin û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîna jinan di nava komîn û meclîsan de.

Semîra Ehmed anî ziman ku destkeftiyên şoreşa Rojava bingeha xwe ji xwîna şehîdan û fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digre û soza parastina destkeftiyan da.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Kobanê Sara Xelîl axivî û anî ziman ku ew komîm û meclîsan ava dikin da ku her ferdek were birêxistinkirin û mafê wî were misogerkirin.

Piştî axaftinan ji bo avakirina meclîsên herdu taxan hilbijartin hatin kirin, di encamê de Necma Kênco, bû serok û Helîma Ber Ewad û Smîra Mistefa bûne cîgir. Jinên taxê navê meclîsa xwe kirin “Meclîsa Şehîd Delîla”KOBANE-AVAKIRINA-MECLISA-JINE ‫(1)‬ ‫‬

Suheyla Ehmed jî bû seroka meclîsa taxa Şehîd Serhed û Cîhan Yûsif û Heyva Mistefa jî bûne cîgir.jina navê melîsa xwe kirin Meclîsa Şehîd Amara.

Kongreya Star di çarçoveya hemleya avakirina meclîsên jinan li Kobanê û gundên wê heta niha 3 meclîs ava kir, du li bajêr û yek li gundan hatine avkirin.

(bb/dc)

ANAH

KOBANE-AVAKIRINA-MECLISA-JINE ‫(146539011)‬ ‫‬ KOBANE-AVAKIRINA-MECLISA-JINE ‫(146539009)‬ ‫‬