Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsên taxên rojhilat xizmeta gel dikin û jiyanê birêxistin dikin

MIHEMED EBDO – SÎLVA MUSTEFA

HELEB – Meclîsên Herêmî yên taxên rojhilatê Helebê yên rizgarkirî tevî derfetên xizmeta şêniyên wan taxan dikin û civaka xwe di hemû qadên jiyanê de birêxistin dikin.

Şervanên YPG/YPJ′ê taxên rojhilatê Helebê di dawiya meha mijdarê de ji komên çete, rizgar kirin. Şêniyên taxên Hulok Faqanî, Hulok Tehtanî, Zeytûnat, Bustan Başa, Biêdîn, Şêx Faris, Şêx Xidir û Heyderiyê Meclîsên xwe bi beşdariya hemû pêkhateyan ava kirin, xwe di hemû qadên jiyanê de birêxistin dikin û pirsgirêkên xwe çareser dikin.  Her Meclîsek ji 7-14 Endaman pêk tê.

Xizmeta gel 

Meclîsên taxên rojhilatê Helebê yên rizgarkirî, civaka xwe di hemû qadên jiyanê de rêxistin dikin. Xebatên veguhestina malan û belavkirina madeyên alîkariyê, bê rêxistin dikin.

Meclîs tevî derfetên xwe yên kêm, xizmeta gel dikin. Lê ji ber ku rêxistin bi wan re nabin alîkar, di milî de hezmetî têne kişandin.

Di milê civakî de jî, Komîteyên Lihevanînê yên Meclîsan serdana hemû pêkhateyên civakê dikin, nakokî û pirsgirêkên di navbera wan de çareser dikin.  Da biratiya gelan were avakirin.

EBID EL LETIF BIRAHIM

Derbarê mijarê de, Endamê Meclîsa taxa Zeytûniyat Ebduletîf Ibrahîm derbarê xebatên Meclîsê de wiha axivî: ″Em xebatên xwe dixin xizmeta rêxistinkirina gel û jinûve avakirina jiyanê. Komîteya Lihevanînê pirsgirêkên civakî çareser dike, Komîteya Jinê jî pirsgirêkên jinê çareser dikin.″

Ebdletîf anî ziman ku wan bi destekdayîna TEV-DEM′ê ceneretoreke ceyranê peyda kir, Komîteya belavkirina ambêran li şêniyan avakirin. Ebduletîf li aliyekî din jî da zanîn ku ew serdana şêniyan dikin, da rewşa wan malbatî bizanbin û bi wan re bibin alîkar.

Ebduletîf bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku destek bidin wan.

FETUM MISTEFA

Endama Meclîsa taxa Bustan Başa Fetûm Mustefa jî diyar kir ku ew li gorî derfetên di destê wan de bi şêniyan re dibin alîkar û wiha domand: ″Çima rêxistinên navneteweyî girîngiyê nadin rewşa welatiyan?.″

Fetîm da zanîn ku wan bi riya civînên ku TEV-DEM′ê ji wan li dar xistine, fikir û felsefeya Rêbertiyê nas kirin û wiha pê de çû: ″Em felsefeya Rêbertiyê ku li ser nirxên biratiya gelan hatiye avakirin, di nava pêkhateyên taxê de belav dikin.″

OMER EBID EL QADIR

Endamê Meclîsa taxa Heyderiye Umer Ebdulqadir jî anî ziman ku armanca wan xizmeta gel û rêxistinkirina jiyanê ye. Ebdulqadir wiha got: ″Em bi hemû derfetên xwe dixebitin, da derfetên kar ji şêniyên herêmê re bêne peydakirin û rewşa wan a malbatî baş bibe. Lê rêxistinên navneteweyî bi me re nabin alîkar.″

Ebdulqadir bang li kesên xwedî wijdan kir ku serdana taxên Helebê yên rizgarkirî bikin û beşdarî xebatên jinûve avakirinê bibin.

(mm)

ANHA