Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mehmûd Baqî: Gel tu carî li hemberî desthilatdaran têk naçe 

KOBANÊ –  Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Demokratîk a Kurd Sûrî Mehmûd Baqî polîtîka ku Tirkiyê li herêmê dide meşandin nirxand û got gel tu carî li hemberî sîstema desthilatdar têk naçe.

Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê Mehmûd Baqî ji ANHA`ê re rewşa dewleta Tirk nirxand. Mehmûd  di destpêka axaftina xwe de wiha got:ʺ Hikûmeta Tirk ji ber ku xaka Bakurê Sûriyeyê dagir kir, ket Iraqê û herî dawî jî di bin navê derbeyê de bi hezaran muxalifên xwe dan girtin û hejmarek ji wan ji holê rakirin. Dibe ku hinek kes wê bi hêz şîrove bikin, lê belê ev yek diyar dike ku hikûmeta Tirk lewaz bûye û nizane ku çi li derdora wê diqewimê. Kiryarên dewleta Tirk wê li wê vegerin”.

Baqî ji bo nakokiyên vê dawiyê yên ku di navbera Holanda û Tirkiyê de derketin da zanîn ku têkiliya di navbera Yekîtiya Ewrûpa û hikûmeta Tirk xira dibe û wiha pê de çû:ʺ Holenda bi vê yekê acizbûna xwe ji polîtîka Tirkiyê anî ziman. Hikûmeta Tirk tişta li Sûriyê dike dixwaze li hinek dewletên derdor jî bike. Tirkiyê bû sedema kuştin û koçberkirina bi hezaran gelê Sûriyeyê. Dema ku Holenda destûr neda ku balafira Wezîrê Derve yê Tirkiyê li Holenda dakeve, bersiv da polîtîka Tirkiyêʺ.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd Sûrî Mehmûd Baqî wiha dawî li gotinên xwe anî:ʺBila  dewleta Tirk bizanibe ku gel li hemberî sîstemên desthilatdar tu carî têk naçe û dawiya wan li ser destê gel eʺ.

(np)

ANHA