Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Mehrîcana Orkêş’ bi dengên Erebî û Suryanî geş bû

Dîmen

QAMIŞLO – Komên Ereb û Suryaniyan di ‘Mehrîcana Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan’ de stranên bi zimanê xwe pêşkêş kirin.

Mehrîcan îro bi beşdariya 38 komên hunerî li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo îro dest pê kir.

Îro ango di roja yekê ya mehrîcanê de hunermendên Ereb Ebdullah Cibûrî û Îbrahîm Cibûrî stranên bi zimanê Erebî pêşkêş kirin û di van stranên xwe de Abdullah Ocalan wekî rêberê gelên bindest û lîderê mirovahiyê bi nav kirin.

Paşê Koma Suryanî ya Marîna jî çend ji stranên bi zimanê Suryanî ku çand û rastiya pêkhateyan Suryan nîşan didin, pêşkêş kir. Hunermendekî Suryan wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kir û bi vê yekê hezkirina xwe ya ji Ocalan re diyar kir.

Roja yekê ya ‘Mehrîcana Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan’ bi stran û govendan bi dawî bû, sibe saet di 14.00’an de roja duyemîn a mehrîcanê dest pê dike.

(he)

ANHA

QAMISLO-BERDEWAMIYA-VESTIVALE (3) QAMISLO-BERDEWAMIYA-VESTIVALE (2)