Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mehrîcana Orkêş dest pê kir

Dîmen

QAMIŞLO – Li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo îro ‘Yekemîn Mehrîcana Mûzîk û Stranên Gelan’ ku wê 8 rojan li pey hev dewam bike, dest pê kir.QAMISLO-VESTIVALA-HUNERI (3)

Hevserokê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Ilyas Sîdo, Hevseroka Mala Êzidiyan Selma Xabûr û bi sedan ji hemwelatiyên bajarê Qamişlo beşdarî vê mehrîcanê bûn.

Axaftina vekirina mehrîcanê ji aliyê Bêkes Darî ve hate pêşkêşkirin. Darî destpêkê bixêrhatina mêhvanan kir û got ku wê hemû stran û mûzîkên taybet bi pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê, di vê mehrîcanê de werin pêşkêşkirin.

Darî hemû kesên ku beşdarî vê mehrîcanê bûne wekî evîndarên huner û çandê bi nav kir û bal kişand ku ev kes hunerê wekî bingeha jiyana xwe diîbnin.QAMISLO-VESTIVALA-HUNERI (4)

Piştre Alîkarê Hevserokatiya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Hena Hena got “Ev mehrîcan riya jiyana xweşik û bedewa a gelan e ku dikare bi stran û mûzîkê vîna wan derxîne pêş û her pêkhateyek rengê xwe nîşan bide.”

Bi navê Tevgera Çand û Huner a Demokratîk Selman Îbrahîm jî axivî û ev tişt anî ziman “Dîroka Mozopotamya stranên gelan nivîsiye û li tevahiya cîhanê belav kiriye.”QAMISLO-VESTIVALA-HUNERI (1)

Paşê Koma Yekîtiya Hunermendên Qamişlo çend ji stranên folokorî û şoreşgerî yên bi zimanên Kurdî û Erebî pêşkêş kir, durişme hatin avêtin û beşdaran çepik lê xistin.