Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mehrîcana Sînema ya Rojava îro jî 29 filîm pêşkêş kirin

QAMIŞLO/KOBANÊ- Duyemîn Mehrîcana Filîman a Rojava ku li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo tê lidarxistin, didome. Di mihrîcanê de 14 belge filîm û kurte filim li ser Kobanê têne pêşkêşkirin. “Jidayîkbûna Awerte yekem” filîm hate pêşkêşkirin.QAMISLO-FESTIVALA-FILMEN-ROJAVA-DI-ROJAWE-YA-3-DEWAM-DIKE1 (3)

Mehîrcana di roja xwe ya sêyemîn de didome. Di roja sêyemîn de filimek bi sernavê (Born from urgency) a derhenerên Amarîkî Joi. L a hate pêşandan. Di filîm de behsa bexwedana Şengalê tê kirin û berxwedana jinan di Şengalê de hate vegotin. Dema filim saeteke.

BI dehan welatiyên bajarê Qamişlo pbeşdarî roja 3’yemîn a Mihrîcanê bûn, filim ji aliyê beşdaran ve gelekî hate ecibandin.

Di mihrîcanê de her wiha kurte filimek bi navê Leyla ya derhenêr Hesn Ebo hate pêşandina.  Her wiha filmek din bi navê (The Hungry Dog) ya derhenerê Rahzaran Ezîz ku behsa Kurdisanê û komên dagirker hate kirin.QAMISLO-FESTIVALA-FILMEN-ROJAVA-DI-ROJAWE-YA-3-DEWAM-DIKE1 (2)

KOBANÊ

Mihrîcana Rojava li navena Çand û Hunerê ya Baqî Xido jî 14 belgefilîm û kurte filîm hatin pêşandan. Di çarçvoeya roja duyemîn a mihrîcana Sînema 11 kurte filim û belgefilim hatin pêşkêşkirin. Bi dehan welatiyên Kobanê beşdarî mihrîcanê bûn. Beşaran filmên hatin pêşkêşkirin gelekî ecibandin.

(de)

ANHA

QAMISLO-FESTIVALA-FILMEN-ROJAVA-DI-ROJAWE-YA-3-DEWAM-DIKE1 (5) QAMISLO-FESTIVALA-FILMEN-ROJAVA-DI-ROJAWE-YA-3-DEWAM-DIKE1 (4)