Têkilî | Derheqê me de

Mehrîcana Şoreşa 19ʹê Tîrmehê tê lidarxistin

Dîmen

JIYAN ELÎ

KOBANÊ – Komîteya Amadekar a Mihrîcana 19ʹê Tîrmehê ku cara yekem dê li ser asta Rojava were lidarxistin amadekariyên xwe bi dawî kirin. Mihrîcan wê ji Kobanê dest pê bike û dê 2 rojan dewam bike.

Saziyên Civaka Sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Kobanê komîteya Amadekar a yekem Mihrîcana 19ʹê Tîrmehê ku dê li ser asta Rojava were lidarxistin ava kir. Mihrecana ku dê 2 rojan dewam bike wê 2 rojan dewam bike.

Miherecan dê di salvegera Şoreşa 19ʹê Tîrmehê de li Kobanê destpê bike. Di mehrîcanê de dê gelek xebatê pêk werin, her wiha dê kolan û meydanan werin xemilandin û wêneyên şehîdan werin dalqandin.

Endama Komîteya Amadekar a Mihrîcanê û Endama Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Evîn Bir Ewad got ku lidarxistina Mihrîcanê bersiva herî baş a ji dijminên gelê kurd re ye.

Evîn destnîşan kir ku gelê kurd gelek gavên dîrokî avêtine da ku riya azadiyê di vê qonaxa dîrokî de nivîsandine.

Evîn, her wiha da zanîn ku destpêkirina Mihrîcana 19ʹê Tîrmehê wê destpêkirina şahiyên ku dê li tevhiya bajarên Rojava werin lidarxistin be û got: ʺEv mihrîcan dê peyama hevgirtin û biratiya gelan a Rojava ku li ser esasê Felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hatiye nîşan bide. Banga min ji hemû gelê herêmê re û di serî de gelê kurd ku piştgiriya Şoreşa 19ʹê Tîrmehê bikin.ʺ

Endama Komîteya Amadekar Evîn Bir Ewad di dawiya axaftina xwe de got ku gelê kurd ji bo azadiya rêberê xwe di hemû qadan de tekoşînê dike û dê tekoşîna xwe heta azadiya Ocalan bidomîne.

 (mh)

ANHA