Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meqamê Xidir şûnwarê dîrokî yê Xezzaye

MISTEFA DEHDÛH

XEZZA –Xezza bi dêroka xwe ya şaristaniyê û şûnwaran bi nav û denge. Di wan şûnwar û şaristiyan de serdemên Kevin ên bapîran ku ji nifşên din re girîngin hatine tomar kirin. Ji wan şûnwarên girîng meqamê hezretî Xidir e. Meqam tamîrkirin û cihekî bilind di nava wan şûnwara de digre.

Ev cihê dîrokî, Meqamê hezretî Xidir li navîna Xezza li parêzgeha Dêr Beleh dikeve. Şûnwarê herî dîrokî li Filistînê tê hesabkirin. Di şeklê wê yên dîrokî de cewherê hunerê avahîsaziyê diyar dibe, di hundirê wê de hin neqşên Yûnanî, qentirmeyên Korensî û stûnên Rûxamî hene.

Li gor kesên temen dirêj ên parêzgeha Dêr Beleh, dîroka Meqamê ku li ser Dêra Selîbî ya qidîs Corîs hatiye avakirin û bi navê wî hatiye binav kirin vedigere sala 278 – 372 z, li aliyê jêrîn a Meqamê jî Dêra Qidîs Hêlaryon heye.

Ji bo parastina vê şûnwarê binirx, komek ciwan daxwaz kirin vê şûnwarê dîrokî tamîr bikin. Dîwarên wê yên bi dirêjahiya dîrokê  hin herifandin têde çêbûye, tamîr bikin û boyax bikin da ku bê parastin û Meqam bi şêwazekî nû bibe şûnwarê şaristaniya dîrokî. Her wiha mektebeyek ku hejmarek kitab di nav de vakirin û ji welatiyan, ciwan û zarokan re bû navendeke serdanê. Ev xebat û çalakiyên tamîrkirinê piştî 1645 salan di ser avahiya Meqamê re derbas bûye pêk hat.

Gelek roman li ser destpêka avakirina Meqaê Hezretî Xidir hatin gotin. Dîroknasan eşkere kirin ku destpêka wê vedigere serdema hebûna ewliyayên salih li vê cihî. Dibêjin li vê derê meqamê ewliyayên salih di serdema Romaniyan de hebûn. Heta piştî îslamê kete Xezzayê jî pîroziya vê cihî dewam kir û heta roja îro ji aliyên şêniyên herêmê ve wek cihekî pîroz û girîng e. Hatiye gotin ku yek ji qidîsên Romanî demekê li vê cihî rabûrûnişt.

Hac Mihemed Xetab diyar kir ku meqam bi navê meqamê hezretî Xidir ku kesekî salih bû tê nasîn. Xelk serdana meqamê dike findan pêdixin  û bereketan digrin. Her wiha kesên serdana meqamê dikin xwarin vexwarin û gurbanan jî li vir dikin. Bawer dikin ku kesekî salih bi navê Xidir li Meqamê heye.

Hec Mihemed her wiha diyar kir ku avahiyek wekî vê li bajarê Têbe li hundirê xaka muhtel heye û bi heman navê Meqamê Xidir tê binav kirin.“

Hac Xetab diyar kir ku şandeyên Yahûdiyan dihatin û merasîmên olî pêkdanîn. Lê piştî demekê ev der bû cihê avêtina çopê, paşê hejmarek ciwanên taxê dest bi paqijkirinê kirin, giringî pê dan û meqam tamîr kirin.

Rêveberê daîreya şûnwaran di wezareta Torîzmê de Dr. Ehmed El-Berş diyar kir ku pêngava tamîrkirina meqamê Xidir di çarçoveya pilansaziya parastina cihên şûnwaran û şaristaniyê yên li Filistînê hene pêk hatiye. Bi vê yekê jî karîbûn meqamê Xidir tamîr bikin û bibe navendeke serdana gelek zarokan, bi taybet jî bi hebûna mektebeyekê di nav de.

El-Berş wiha got: ʺLi Kerta Xezza pisporên tamîrkirina şûnwarên dîrokî tinene, pêdiviya vê avahiya şûnwarê dîrokî bi pspor û hunermendên tamîrkirinê hebû, ev yek jî li Xezza tinebû , lê me karîbû bi kadroyên heyî û bi alîkariya psporAN xebatên tamîrê bikin.ʺ

(rr)

ANHA