Têkilî | Derheqê me de
ANHA

 Merasîma sersaxiyê ya 4 şehîdan hat lidarxistin

Dîmen

QAMIŞLO- Şêniyên bajarê Qamişlo merasîma sersaxiyê ya 4 şehîdan lidar xistin û ji malbata wan re sersaxî xwestin.

Şêniyên Qamişlo tevlî merasîma sersaxiyê ya şervanên YPG`ê Eata Allah Xidir (Can Polat) ê ji Mûsilê, Xelîl Şêxo (Cîlo Qamişlo), Xelîl Mehmûd û şervana HPG`ê ya ji pêkhateya ereb Şîma Abdulrehman (Awaz Rûstem) re xwestin. Her sê şervanên YPG`ê di Hemleya Xezeba Firatê de şehîd bûne û şervana YJA Star Awaz Rûstem jî li bajarê Colemergê yê Bakurê Kurdistanê şehîd bûye.

Konê sersaxiyê li pêşiya Mala Gel a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hat vedan û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşeran û alên YPJ/YPG`ê hatibû xemlandin.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Piştî wê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê Kêfo Osman sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got:ʺHemû pêkhateyên herêmê ji bo rizgariya gelên herêmê û projeya netewa demokratîk canê xwe feda dikin.ʺ

Endamê meclîsa taxa Hilêliyê Nîzam Hisên jî di merasîmê de axivî û wiha got:ʺŞehîdan ji bo parastina welat û axa xwe canê xwe feda kirin û ji bo me nirxekî mezinin.ʺ

(np)

ANHA

QAM-MERASEME-SERSAXEY (9) QAM-MERASEME-SERSAXEY (8) QAM-MERASEME-SERSAXEY (7) QAM-MERASEME-SERSAXEY (6) QAM-MERASEME-SERSAXEY (4) QAM-MERASEME-SERSAXEY (3) QAM-MERASEME-SERSAXEY (2)