Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Merkel: Girtina rojnamevanê Almanî ji aliyê Tirkiyê ve hêviyan têk dibe

NAVENDA NÛÇEYAN– Şêwirmenda Almaniya Angela Merkel girtina nûçegihanê rojnameya De Flat a Elmanî ji aliyê desthilatdariya Tirkiyê ve wekî buyereke nebaş û hêviyan dişkîne bi nav kir. Li aliyekî din 170 parlamenter banga serbestberdana rojnamavan kirin.

Dozgeriya Tirkiyê di 27‘ê sibatê de bi tewana ku propogendayê terorê dike û tevilheviyê, cezayê giritinê li rojnamegerê rojnameya Elman De Flat Deniz Yucel birî.

Derbarê mijarê de Şêwirmenda Elman Angel Merkel ev yek wekî buyereke nebaş û hêviyan dişkîne bi nav kir û anî ziman “Ev tişt pir bi êş û nebaş e, ji ber ku Deniz Yucel ji bo lêpirsînê bi xwe, xwe radestî dadê kir.ʺ

Şêwirmeda Alman di daxuyaniyeke xwe de got “Hikûmet li hêviya ku dozgerî ceza derbarê doza Yucel de bide. Çapemeniya Azad ji her civakeke azad û demokratîk xwedî roleke girîng e.ʺ

Angele Merkel hêviya ku di demeke nêz de Yucel were berdan kir û got “Em li hêviya ku dozgeriyeke bi awayekî qanûnî ceza li bibire û di demeke nêz de azad bibe.ʺ

Li aliyekî din jî 170 parlamenterên Alman roja înê name şandin û banga serbestberdana Yucel kirin.

Deniz Yucel (34) nasnameyên Tirkî û Almanî wergirtiye, ji ber gotarên wê yên li ser hawizên elktoronîk yên derbarê Wezîrê Enerjiyê û zaveyê Erdogan de, polîsan ew binçav kirin.

Di nameyên elktronîk ên ku hatin vekirin de, zextên Tirkiyê yên li ser dezgehên çapemeniyê, stratîjiyên lîstokan bi raya giştî re bi riya tura civakî.

Nakokiyên Tirkiyê- Almaniya ji ber dosyayê derbarê koçberên Sûriye yên di Tirkiyê de derketine, Tirkiyê dixwaze bi vê yekê Yekîtiya Ewrupa, di serî de Almaniya tehrîk bike.

Rêxistina Rojnamavanên Sînoer Ne nas Tirkiyê di sata 151 emîn di astengkirina azadiya çapemeniyê de rêz dike.

(bb)

ANHA