Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meşa azadiya Ocalan li Helebê hate lidarxistin

Dîmen

HELEB – Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşek lidar xist. Bi sedan şêniyên Helebê tevlî meşê bûn.HLB-MESA-CIWANAN-ROJAVA ‫(140378626)‬ ‫‬

Yekîtiya Ciwanên Rojava bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêbeberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşek lidar xist. Bi dehean ciwanên Helebê û sedan şêniyên Şêxmeqsûd û taxên rojhilat ên Helebê beşdarî meşê bûn.

Meşvanan alên YCR, Jinên Ciwan, alên saziyên sivîl, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Ji Ocalan re azadî, em şopdarên riya Rêbêr xwe ne, dîlgirina Rêber APO dîl girtina mirovahiyê yeʺ vekiribûn.

Meş ji ber hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd destpê kir. Meşvanên ku bê navber diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re beriz dikirin, ber bi Kolanba 15ʹê Sibatê ve meşiyan.Meşvan li vir jî li ber navenda YCRʹê kombûn.HLB-MESA-CIWANAN-ROJAVA ‫(140378627)‬ ‫‬

Piştî ku meş li ber navendê sekenî, ciwanan agirê pêxistin û navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi agir nivîsandin.

Kesên tevlî meşê bibûn li vir deqreyekê razgirtinê rawestiyan û paşê bi navê YCR`ê Zinarîn Tolhildan, Rêveberê Ciwanan yê taxên Rojhilat Mehmûd Mihemed, li ser navê MSD`ê Cozêf Qebelan û li ser navê KPC-Demokratîk Zîlan Fecir axivîn.

Di axaftinan de tecrîda li ser Ocalan hatiye ferizkirin hate şermezarkirin û siyasetn dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Di axaftinan de her wiha hate gotin ku komplo ne tenê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye meşandin, lê belê komplo li dijî hemû gelê Kurdistanê.

Meş bi diruşmeyan bi dawî bû.

(bx)

ANHA