Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meşa ciwanan li Qamişlo bi dawî bû

TIRBESIPIYÊ – Meşa ciwanên Tirbespiyê ber bi bajarê Qamişlo ve bi soza domandina têkoşînê heta azadiya Ocalan, bi dawî bû.QAMISLO-MISA -CIWANAN (1)

YCR′ê ji bo diyarkirina rewşa Ocalan, meşeke girseyî ji Tirbespiyê ber bi bajarê Qamişlo ve organîze kir. Di meşê de bi sedan ciwan beşdar bûn.

Meş di saetên êvarê de gihîşt çerxerêya 12′ê Adarê ya taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo. Li wir Endama Rêveberiya YCR′ê Medya Hesen axivî û da zanîn ku ew ê ji bo diyarkirina rewşa Ocalan, têkoşîna xwe bidomînin.

Meş bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan bi dawî bû.

Meş îro di saet 10.00′ê sibehê de dest pê kir û ber bi bajarê Qamişlo ve herikî.

(mm)

ANHA