Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meşa ciwanên Efrînê di roja xwe ya sêyemîn de didome

Dîmen

EFRÎN – Meşa Yekîtiya Ciwanên Rojava ku li Kantona Efrînê hatiye destpêkirin di roja xwe ya 3`yemîn de bi tevlîbûna sedan ciwanên ji Efrîn û Şera dewam dike.EFRIN-MESA-CIWAENEN-EFRIN-BERDEWAM-DIKE ‫(179634689)‬ ‫‬

Di çarçoveya hemleya “Welat welatê me ye Tolhildan soza me ye” û bi armanca şermezarkirina tecîrda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirin, Rêxistina YCRʹê ya Efrînê di 10`ê tebaxê de ji herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê dest bi meşê kir. Meşa ciwanan bi navçeya Şera heyaî bajarê Efrînê, berdewam dike.

Meş di roja xwe ya 3`ê yemîn bi tevlîbûna ciwan û şêniyên navenda Efrîn û navçeya Şera berdewam dike.

Meş roja yekê ji ber navenda YCR`ê ya navenda Kantona Efrînê ya Herêma Efrînê û bi tevlîbûna ciwanên navçeya Şera, destpê kir. Ciwanan ala YCR, PYD, TEV-DEM, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Welat welatê me ye Tolihildan soza me ye” rakirin.EFRIN-MESA-CIWAENEN-EFRIN-BERDEWAM-DIKE ‫(1)‬

Meş li hemû kolanên serekê yên navenda kantonê bi durûşmeyên dilsoziya bi Ocalan re geriyan.

Wek ku hatiye payîn wê meş ber bi navçeya Mabata ya Kantona Efrînê ve, biçe.

(bx)

ANHA