Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meşa ciwanên Hesekê ber bi Qamişlo ve didome

Dîmen

NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa ciwanên bajarê Hesekê ku duh dest bi meşê kirin, heta niha 30 Km derbar kirin û meşa xwe ber bi Qamişlo ve didomînin.HESKI-1-300x225
Di çarçoveya hemleya “Serî Hilde” ciwanên bajarê Hesekê Kurd, Ereb û Suriyan duh ji bajarê Hesekê ber bi bajarê Qamişlo ve ketin rê meşe dane destpêkirin.
Ciwanan heyanî niha 30 Km derbas kirine û meşa xwe bi kêfxweşî û bi moralên bilind didomînin.
Ciwan li gundê Xerbet Cemel navber standin û xelekên govendên gerandin.
Piştî ku navbera wan qediya, ciwanan bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa xwe dewam kirin.HESKI-3-300x225
Hêjaye gotinê ku di heman demê de, meşa ciwanan ji bajarê Dêrikê û Serêkaniyê ber bi bajarê Qamişlo ve didome.
(bx)
ANHA