Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meşa dirêj a ciwanên Tebqayê bi silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû

Dîmen

TEBQA- Piştî endamên meclîsa Ciwanên Tebqayê û Yekîtiya Jina Ciwan a Tebqayê 50 kîlometir derbas kirin îro di saetên piştî nêvro de ji aliy welatiyên Tebqayê ve bi diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê hatin pêşwazîkirin.

Endamên meclîsa Ciwanên Tebqayê û Yekîtiya Jina Ciwan a Tebqayê yên tevlî meşa dirêj bibûn, piştî 50 kîlometir meşiyan, li riya ketina Bendava Firatê ya bajarê Tebqayê ji aliyê sed şêniyên Tebqayê ve hatin pêşwazîkirin. Welatiyên pêşwaziya welatiyan kirin, pankartên bi nivîsên silavkirina Berxwedana Serdemê pêşwaziya ciwanan kirin.

Welatî û ciwanan meş di nava kolanên bajarê Tebqayê jî dewam kirin, heta gihiştin stadyoma bajarê Tebqayê. Li vir jî dikeke bilind hatibû amadekirin, dik bi wêneyên Şehîd Avesta Xabûr û  Barîn Kobanê hate xemilandin. Li vir jî şahiya dawîkirina meşa dirêj hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên Tebqa û navçeyên wê beşdarî şahiyê bûn. Şahî bi rêzgiritinê dest pê kir. Paşê Hesvserokê Melcisa Zagonsaz a herêma Tebqayê Hamid El-Feric axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û got ku çalakiya ciwanan cihê serbilindiyê ye.

Li ser navê Kordînasyona Giştî ya Ciwanên Sûriyeya Demorkatîk Harûn Ehemd axivî û di destpêkê de komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir û got ku ew wekî ciwan soz didin ku dê heta dawî li ser riya serkeftinê gavên xwe bidomînin.

Endamê Fermandariya QSD’ê Omîd Gabar jî axivî û got ku berxwedana dîrokî îro bi tekoşîna gelê Efrînê ya li dijî dewleta Tirk tê çêkirin.

Li ser navê Saziya Malbtên Şehîdan a Tebqayê jî Fatma Elî axivî û tekoşera Berxwedana Serdemê Avesta Xabûr bibîr anî û got ku wê canê xwe ji bo azadiya welat û Neteweya Demokratîk pêk aniye.

Piştî axaftinan şahî hate lidarxistin.

Meşa dirêjî duh di saetên êvarê de ji gundê El-Remla dest pê kir.

(dc)

ANHA