Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meşa dirêj a ciwanên Tebqayê di  roja duyemîn de dewam dike

Dîmen

TEBQA – Meşa dirêj a Meclîsa Ciwanên Tebqa û Yekîtiya  Jinên Ciwan ku duh hatibû destpêkirin,  di roja duyemîn de dewam dike.

Meşa ciwanan duh ji gundê El-Rimêla ku 50 km li bakurê bajarê Tebqayê dikeve hate destpêkirin.

Îro ciwanan meşa xwe ji bajaroka El-Mehmûdliyê ku 30 km li bakurê bajarê Teqbayê dikeve, destpê kirin.

Tê payîn wê meşa ciwanan  îro bighêje bajarê Tebqayê.

(kc)

ANHA