Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meşa dirêj a ji bo Ocalan bi dawî bû

EFRÎN – Meşa YCR`ê ya dirêj ku şeş rojan dewam kir, li qontara Çiyayê Gir ku mezintirîn wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah  Ocalan li wir hatiye xêzkirin, bi dawî bû.EFRIN-MESA-CIWANAN-BI-DAWI-BU ‫(146735617)‬ ‫‬

Meşa dirêj îro ji gundê Kotana yê girêdayî navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê dewam kir. Meşvanan ala YCR û Yekîtiya Jinên Ciwan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah  Ocalan, hilda bûn û berê xwe dan navenda navçeya Bilbilê.

Ciwan ku di gundê Qestel Meqdad re derbas bûn, bê navber dûrişmeyên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û  şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk, beriz dikirin.

Piştî ku ciwan gihîştin qontara Çiyayê Gir ya navçeya Bilbilê ya Herêma Raco, Foca Leşkerî ya YCR`ê toraneke leşkerî lidar xist. Piştre, ji Rêveberên YCR`ê Ronî Teknam û Rêveberiya Kongreya Star li navçeyê Raperîn Nûr Heq, axivîn.EFRIN-MESA-CIWANAN-BI-DAWI-BU ‫(146735618)‬ ‫‬

Axafitvanan, meşa ciwanan a dirêj silav kirin û gotin ku ev meş isbat dike ku ciwanên Efrînê ji her êrîşên  li ser Efrînê re amade ne û ji bo rêberê xwe her tim têkoşîn dikin.

Her wiha di axaftinan de, Pêngava 15`ê Tebaxê hate bibîrxistin.

Piştî axaftinan, YCR`ê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji  aliyê Endama Yekîtiya Ciwanên  Rojava (YCR) Lîna Welo ve hate xwendin.EFRIN-MESA-CIWANAN-BI-DAWI-BU ‫(146735619)‬ ‫‬

Di daxuyaniyê de, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û ev tişt hate gotin:”Em ê li dijî dewleta Tirk a faşîst têkoşîn bikin da ku Rêberê xwe azad bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku sînorekî ji tecrîda li ser Ocalan re deyînin.”

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku YCR`ê ya Efrînê di çarçoveya Hemleya”Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye”ji Herêma  Cindirêsê dest bi meşekê dirêj, kir. Meşa ku 6 rojan dewam kir, îro li  qontarê Çiyayê Girê ya navçeya  Bilbilê bi dawî bû.

(kc)

ANHA