Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meşa dirêj a ji Dêrikê dest pê kir

QAMIŞLO-Bi dirûşmeya “Ji bo azadiya Rêber Ocalan serî hilde” Yekîtiya Ciwanên Rojava meşeke dirêj organîze kir.DRK-MESA-CIWANA (3)

Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê, ji bo diyarkirina rewşa ewlehî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê, çalakî didome.

Di çarçoveya hemleya “Serî Hilde” ya ku ji aliyê Koordînsayona Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ve hatiye destpêkirin de, meşeke dirêj ji bajarê Dêrikê ber bi Qamişlo ve hate organîzekirin. Meş dê di bajarên Qamişlo, Girkê Legê, Rimêlan, Çil Axa û Tirbespiyê re derbas bibe.

Bi armanca destpêkirina meşê, bi sedan ciwanên kantona Qamişlo li ber navenda ciwanan a bajarê Dêrik a Şehîd Bawer kom bûn. Ciwanan ku cilên bi wêneyên Ocalan û alên PKK‘ê li xwe kiribûn posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YCR‘ê  û pankartên bi nivîsên “Serî hilde” vekiribûn û daxuyaniyek dan.

Rêvebera Akademiya Ciwanan a Şehîd Baz daxuyanî xwend.DRK-MESA-CIWANA (1)

Di daxuyaniyê de hate gotin ” Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan a ji aliyê hikûmeta AKP‘ê ve hatiye ferizkirin her wiha, êrîşên li ser gorên şehîdan û girtina siyasetmedarên kurd û li aliyekî din jî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê, berdewama komploya li dijî azadî û aştiyê ye. Em wekî ciwanên Rojava soza bomandina têkoşînê didin gel û rêber xwe. Heya rewşa rêberê me neyê zelalkirin em ê têkoşîna nedin rawestandin. Em ê li hember êrîşên berber ên dewlata Tirk li ser gelê kurd û doza wê bê deng nemînin.

Mesa me dê 6 rojan bê navber berdewam bike. Em bang li gelên xwe û tevahî ciwanan dikin ku beşdarî meşê bibin da ku tecrîda li ser Rêberê me bi dawî bibe.”

Piştî xwendina daxuyaniyê meş dest pê kir û di nava kolanên bajarê Dêrikê geriya û ber bi gundê Xanê Serî yê girêdayî herêma Koçbera bi rê ket. Sibe dê meş ber bi Rimêlan ve bi rêkeve.

(bb)

ANHA

DRK-MESA-CIWANA (2)