Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meşa ji bo azadiya Ocalan di roja sêyemîn de didome

Dîmen

FOBERTAL – Tevgera Ciwanan û Jinên Ciwan li Ewropa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa xwe ya dirêj di roja sêyemîn de jî didomînin. Vê carê ciwan ber bi bajarê Dosldorf de dimeşin.

Ciwanên ku tevlî meşa ji bo azadiyê Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocala bûne li ber mala gel a Kurdî ya li bajarê Fobertalê kom bûn û di  diroja sêeyîn de dest bi meşê kirin. Kurdên li bajar xwarinê taştê bi ciwanan re xwarin.FOBIRTAL-MESA-JIBO-AZADIYE-REBER-APO1 ‫(186319361)‬ ‫‬

Piştî ku ciwanan xwarina taşê xwarin dest bi meşê kirin. Kurdên li bajar piştgiriya xwe bi ciwanan re anîn ziman.

Ciwan ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan vekiribûn û pankarêtn bi nivîsên azadiya Ocalan rakiribûn bi diruşmeyan des bi meşê kirin.

Ciwan dê îro jî derdora 30 kîlometreyan bimeşin ta ku bighêjin bajarê Dosildorfê. Wê Kurdên li wê derê jî pêşwaziya ciwanan bikin. Meşa ciwanan wê sibe di roja xwe ya çaran de jî dewam bike.

(bx)

ANHA

FOBIRTAL-MESA-JIBO-AZADIYE-REBER-APO1 ‫(1)‬ ‫‬