Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meşa ji Hesekê derketiye gihişt gundê Çaxir

HESEKÊ – Meşa dirêj a Yekîtiya Ciwanên Rojava ku ji bajarê Hesekê derketine rê û berê xwe dane Qamişloyê,  di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike.

Ciwanên ku dest bi meşê kirine gihiştin gundê Çaxir ê 50 km dûrî bajarê Hesekê ye.

Endama Yekîtiya Xwendekaran a girêdayî YCR’ê Nîroz Hesen got: “Em ê serhildana xwe dewam bikin û bi hêrs û moralê xwe dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê.

Meşên ji Hesekê, Dêrik û Serêkaniyê ku di çarçoveya pêngava “Serî hilde” ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirine, bi hev re di roja sêyemîn de dewam dikin û roja 27’ê Mijdara 2017’an li bajarê Qamişlo digihêjin hev.

(he)

ANHA

HSK-MESA-CIWANA (5) HSK-MESA-CIWANA (4) HSK-MESA-CIWANA (2)