Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meşa ji Tirbespiyê heta Qamişlo ya ji bo Ocalan hate destpêkirin

Dîmen

Dîmen: Meşa ji Tirbespiyê heta Qamişlo ya ji bo Ocalan hate destpêkirin

TIRBESPIYÊ – Meşa dirêj a ji navçeya Tirbespiyê heta bajarê Qamişlo ku Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan organîze kiribû, hate destpêkirin.

Di meşa ku bi sedan ciwan tevlî bibûn, beriya niha bi çend kêliyan ji navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê dest pê kir. Ciwan wê heta bajarê Qamişlo bimeşin.

TIR-MIŞDES PRE KIE (1) TIR-MIŞDES PRE KIE (2)

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ û YCR`ê hatine rakirin.

Ciwan bê navber dûrişmeyên daxwaza azadiya Ocalan qîr dikin.

(kc)

ANHA