Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meşên ji Hesekê û Serêkaniyê wê îro li Amûdê bighêjin hev

NAVENDA NÛÇEYAN – Meşên dirêj ên ciwanan ku bi armanca diyarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket roja xwe ya 5‘an de. Meşa ji Hesekê û Serêkaniyê li Amûdê gihaştin hev.

Yekîtiya ciwanên Rojava (YCR) di çarçoveya hemleya “Serî hile” ya ji bo diyarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye organîzekirin, ji sê aliyan ve meş dane destpêkirin.  Meşa ku ji aliyê Hesekê, Serêkaniyê û Dêrikê destpêkirine ket roja 5‘an. Tê payîn ku meşên ji Hesekê û Serêkaniyê wê îro  li navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê  bigihêjin hev.

CALAKIYA-CIWANAN-BERDEWAME (3) CALAKIYA-CIWANAN-BERDEWAME (4)

Di çarçoveya meşa ku ji bajarê Hesekê dest pê kiriye de ciwanan 85 km meşiyan. Her wiha meşa ji bajarê Serêkaniyê ku ciwanên ji herêma Firatê beşdarbûnê  heyan niha  70 km li peya xwe hişt.

Meşa ku di her gundekî re derbas dibe, dirûşmeyên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê têne berizkirin. Her wiha xelekên govendan têne gerandin. Ciwanên ji pêkhateyên cuda beşdarî meşê bûn û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan, wêneyên YCR, Yekîntiya Jinên Ciwan, PYD‘ê û al û sembolên şoreşa Bakurê Sûriyê hildane.

Tê payîn ku her sê baskên meşê dê 27‘ê Mijdarê li bajarê Qamişlo bighêjin hev û çalakiyeke navendî were lidarxistin.

(bb)

ANHA

CALAKIYA-CIWANAN-BERDEWAME (2) CALAKIYA-CIWANAN-BERDEWAME (5)