Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Midûriyeta Çandiniyê xizmeta daristanan dike

Dîmen

TEBQA – Midûriyeta Çandiniyê ya herêma Tebqayê xizmeta daristanan dike. HMEDI-ALEBDULAH-300x169

Komên çete yên ku bajarê Tebqayê dagir kirin, li herêmê gelek kiryarên xerakirinê pêk anîn û ziyan gihandin çandiniya herêmê.

Rêveberê Midûriyeta Çandiniyê endezyar Himêdî Ebdullah da zanîn ku li herêma Tebqayê 12 hezar hektar daristan hene, jê 35 hezar darên berhemdar (piraniya wan darên zeytûnan in) hatine çandin.

Ebdullah anî ziman ku ji ber kiryarên komên çete gelek ziyan gihîşt daran û wiha got, ″Midûriyeta Çandiniyê bi hevkariya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê xebatên çandina daran û xizmeta daristanan didin meşandin.″

(mm)

ANHA