Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mihemed Nûredîn: Tirkiyê nikare tiştên wendakirine vegerîne.

BEYRÛT– Akademisyen û lêkolînerê Karûbarên Tirkiyeyê û Midurê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Beyrûtê Dr. Mihemed Nûredîn got ku Erdogan ji zexta Tirkiyê ya li ser Amerîka hinekî sûd wergirt û dibe ku piştî destwerdana Tirkiyê ya Cerablusê şerekî dijwar di navbera Tirkiyê û Sûriyeyê derbikeve.

Dr. Mihemed Nûredîn derbarê peymanên ku di navbera Tirkiyê, Israîl, Rûsya, Îran û rejîma Sûriyeyê de pêk hatin, her wiha dagirkirina Tirkiyê ya Cerablusê, pirsên ku nûçegîhanê me bersivand.

*Hedefa Erdogan ji hevpeyvînên bi Israîl, Rûsya, Îran û rejîma Sûriyeyê re çiye û çi fêde jê digire?

Mihemed Nûredîn:  Dûrî peymanên veşartî  yên di navbera Rûsiya, Israîl û Îran pêk hatin, Tirkiyê berî derbeyê di despêka 2016`an de bi tenê mabû. Ji ber vê yekê têkiliyên xwe bi Israîl û Rûsiya re baş kirin. Derbeya 15`ê tîrmehê 2016`an a ku biserneket têkiliya di navbera Tirkiyê û Rûsiya   de,  her wiha têkiliya Tirkiyê û Îranê jî ji ber herdû  dewlet rastî tehdîda derbeyê tên, xweş kir.

Erdogan ji van têkiliyan sûd wergirt ji ber ku bi tenê mabû û bi riya wan têkiliyan li ser NY zext kir ku Fetuhillah Gulen radestî wî bikin, yan jî Amerîka di dosyayên herêmî weke Sûriya zexta xwe li ser Tirkiyê kêm bike. Ev zextên ku Tirkiyê li ser NY kir hinek fêde dane Erdogan û destûr dane wî ku têkeve Cerablus û Sûriyeyê.

*Li gorî nêrîna we rejîma Sûriyeyê ji ber li Heseke têkçû destûr da Tirkiyê ku xaka Rojava-bakurê Sûriyeyê dagirbike yan jî civînên rejîma Sûriyeyê bi Cezaîr, nêzîkbûyîna wan a Rûsya, Tirkiyê û serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê Fikrî Işik ya Şamê destûr da rejîma Tirkiyê ku Cerablus dagirbikin?

Mihemed Nûredîn: Di mijara Wezîrê Parastine yê Tirkiyê (berpirsyarên istixbaratên Tirkiyê) serdana Şamê kirine tu agahiya min nîne. Di vê mijarê de gotegot hene lê zelal nebûye. Ez bawer nakim ku pevçûna ku li Heseke di navbera artêşa Sûriyeyê û Hêzên Parastinê yên Kurd de qewimî dibe ku têkiliya xwe bi destwerdana Tirkiyê ya Sûriyê re hebe.

Ez bawer dikim ku Tirkiyê li ser zimanê Erdogan helwesta  xwe li hember ji rejîma Sûriyeyê nedaye guhertin. Di paşeroja Sûriyeyê de tu rolê Serokê Sûriyeyê nemaye.

Rejîma Sûriyeyê destûr nade ku dewletên dîtir desthilatdariya Sûriyê derbas bikin û xaka wan dagirbikin. Helwestê rejîma Sûriyeyê li hemberî destwerdana Tirkiyê ya Cerablus kêm ma lê belê dijminê rejîma Sûriyeyê rejîma Tirkiyê ye. Piştî destwerdana Tirkiyê ya Cerablus dibe ku di navbera rejîma Sûriyeyê û Tirkiyê şerekî mezin derbikeve. Dibe ku Tirkiyê li herêma bakurê Helebê  ji xwe re herêmekê avabike û ji wêderê ber bi Helebê ve biçe.

*Çima Erdogan roja 24`ê tebaxê Cerablus dagirkir û dixwest çi peyamê bide welatê ereb û gelê herêmê?

Mihemed Nûredîn: Em hemû dizanin ku projeya Tirkiyê  dixwest ku di dema Erdogan de, herêmê dagir bike. Erdogan navê Osmaniyan nû girtiye. Bila Tirkiyê baş bizanibe ku ev proje têkçûye.  Tenê riya di navbera Cerablûs û Ezazê de maye, ew dixwaze bi riya wê ji Sûriyeyê û herêmê sûd wergire.

Ji ber projeya Tirkiyê ya herêmê têk çû pêdiviya Tirkiyê bi moral hebû. Ji ber vê yekê gelekî zext kir ku biçe Cerablûs û bêje ku li Sûriyeyê û herêmê rolekî wê heye.

Hilbijartina Tirkiyê ya 24`ê tebaxê û di salvegera şerê Merc Dabiq de dixwaze bêje ez heme. Mejiyê Tirkiyeyê yê siyasî wisa difikire. Lê belê ev tê wateya ku Tirkan ji têkçûyîna xwe û berxwedaniya hemû pêkhateyên Sûriyeyê û pêkhateya Kurd ku aliyên herêmî û navnetwî destek didin wan, ders negirtine.

*Pênc salan Erdogan xwest bi riya rêxistinên terorîst weke DAIŞ û gurûpên (dibêjin em opozisyonin )welatê Şamê dagirbike lê belê têkçûn. Piştî vê têkçûyînê wê paşeroja Erdogan û AKP`ê çibe?

Mihemed Nûredîn:  Piştî ku Receb Tayîb Erdoxan 14 sal hukim kir û di projeyên xwe yên Sûriyeyê, yên herêmê, yên Misir, di têkiliya xwe ya dewletên Korfezê bi taybet Siûdiya Erebistan, têkiliya xwe bi Lîbya û Tûnis, ji bo bigihîje hedefên xwe rêxistinên teror dane bikaranîn, tenê bi artêşa xwe kete Sûriyeyê. Lê belê ew nikare tiştên ku wendakirine, bi dagirkirina Cerablus vegerîne.

Di vê pêvajoyê de dê Receb Tayîb Erdogan û AKP`ê ji hundir û ji derve re di gelek   komployan re derbas bibin. Ev tenê têrî heye ku Tirkiyê têbigihîje ku Erdogan û AKP`ê li ser serê rejîma Tirkiyê û rolê Tirkiyê, li herêmê bûne bar.

Dibe ku heta niha Erdogan û Partiya xwe li Tirkiyê yên herî xurtin, lê belê piştî derbeya 15`ê tîrmehê ez bawer dikim ku ew êdî nema dikare Tirkiyê birêve bibe û Tirkiyê bi ewle bijî.

Tirkiyê piştî 15`ê tîrmehê, destwerdana wê ya Cerablûs û bakurê Helebê, berdewamkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyê  ye. Êdî Erdogan nema dikare ku ji Tirkiyê, raya giştî ya Tirkî û ji dewlet û pirsgirêkên herêmî aram  bibe.

(np/mm)

ANHA