Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mîhrecan bi rengê hemû pêkhateyan tê lidar xistin

MEED SELÛM

GIRÊ SPÎ-  Navenda Çand û Huner ji bo Mîrecana bi boneya 19`ê Tîrmehê li Girê Spî were lidarxistin amadekariyên xwe dike. Wê ji hemû pêkhateyan tevlî mîhrecanê bibin û folklore û awazên xwe pêşkêş bikin.GIRE SPI-HAZIRTIYEN-JI-BO-VESTIVALE1 ‫(1)‬ ‫‬

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî ji bo pîrozkirina salvegera 19`ê Tîrmehê wê mîhrecanekî ku du rojan bidome, organîze dikin. Nevenda Çand û Huner ku wê bi deng û rengê xwe tevlî vî Mîhrecanê bibin amadekariyên xwe dikin.

Rêveberiya Çand û Huner Basil Dawûd ji bo mîhrecanê got ku ev care yekeme wê mîhrecankekî wisa were lidarxistin û ji hemû pêkhateyên herêmê tevlî Mîhrecanê bibin. Derbare amadekariyên wan de jî Dawûd got ku ew rojê 6 saetan dixebitin.

Endamê Çand û Huner Mustefa Derwîş ê xebatên folklore organîze dike anî ziman ku dê pêkhateyên Girê Spî bi folklorên xwe tevlî mîhrecanê bidin û niha 3 kom (koma folklora kurdî, koma folkolra erebî û koma folklore ermenî) wê tevlî mîhrecanê bibin.MISTEFA DERWIS

Her komek ji 10-12 endaman pêktê û her komek bi cilûbergên xwe yên gelêrî folklore xwe pêşkêş bike.

Endama koma Şehîd Zîlan a folklora kurdî Yasemîn Xeşman anî ziman ku ew bi tevlîbûna mîhrecanê kêfxweşbûne û dê folklora xwe di mîhrecanê de pêşkêş bikin. Her wiha Fatma Derwîş jî ku ciyê xwe di nava komên mûzîkê de digre got: Em ê bi cilûbergên xwe tevlî mîhrecanê bibin û em bi vê yekê kêfxweşin.

Berpirsyarê komên mûzîkê Ezîz Derwîş jî diyar kir ku wê 4 komên govendê, 5 komên mûzîkê, 6 helbestvan û 4 hunermendên herêmî yên herêma Girê Spî tevlî mîhrecanê bibin. 3 kom wê ji kantona Cizîrê jî tevlî mîhrecanê bibin.

Her wiha nîgarvanê herêmî Mihemed Silêman ê bi navê Bîkaso tê naskirin wê bi tabloyên xwe tevlî mîhrecanê bibe.YASMIN XESMAN

Bîkaso ji bo tevlîbûna mîhrecanê tabloyên xwe amade dike û li ser dîwarên bajarê Girê Spî, bajaroka Silûk û Hemam Tirkman wêneyên ku gel vexwendî tevlîbûna mîhrecanê dikin, xêz kiriye.

Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Zelîxe Ebdî anî ziman ku wê di mijara werzîşê de satranc, pêşbirga hespan û matorsiklêtan, bazdan, goka lingan jî hebin. Her wiha xwarinên gelêrî werin amade kirin û şahî werin lidar xisitin.

(np)

ANHA