Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mîhrecan ji bo azadiya Ocalan pêk hatiye

HELEB – Gelek kesên ku beşdarî mîhrecana gelêrî ya ku li taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin bûne gotin ku mîrehcan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan  û danasîna çanda gelê kurd hatiye lidarxistin.

Çalakiyên Mîhrecanê dûu li navnda Çand û Hûnerê li asta bajarê Helebê bi aramnca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hate lidarxistin. Gelek kes beşdarî mîrehcanê bûn û nerînên xwe anîn ziman.

FATMA EBDO

Endama  koma stranan a  girêdayî navenda Çand û Hunerê Fatma Ebdo  têkildarî mîhrecanê ev tişt anî ziman: “Em îro weke endamên navenda Çand û Hûner me ev mîrehcan ji azadiya Rêber APO lidar xisitye.DI heman demê de me xwest ku em rastiya çanda xwe derbixin û çandê ji bo azadiya Rêbertiyê bikar bînin.”

FEWZI USMAN

Mamosteyê Mûzîkê  Fewzî Osman jî têkildarî mijaêr wiha got: ” Mîrehcan yekem car bi vî rengî li Şêxmeqûsd tê lidarxisitn. Ev mîhrecan ji bo azadiya Rêber APO hatiye ldarxistin. Em ê bi hemû rêbazan tecrîdê şermezar bikin û ji bo azadiya rêbertiyê tekoşîn bikin.”

Osman bang li hemû gelan kir ku xwedî li çanda xwe derkevin û jib o azadiya Ocalan tekoşînê bikin.

ZEYNEB EHMED

Jina ku bi amûrên gevneşopî beşdarî mîhrecanê bûye Fatma jî got ku taxa Şêxmeqsûd di nava 6 salan de gelek bûyeran derbas bû lê tevî wê jî pêkhateyên wê xwedî li çanda xwe derdikevin û çanda xwe parastin.

Fatma bang li hemû jinên kurd kir û got pêwîste hemû jinên kurd xwedî li çanda xwe derkevin ji ber ku çanda me rastiya gelê me ye.

(bx)

ANHA

HLB-NERIN-KOMEN-CANDEN-BASDERBUNE1 ‫(1)‬ ‫‬ HLB-NERIN-KOMEN-CANDEN-BASDERBUNE1 ‫(1)‬