Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mihrecana 19ʹ Tîrmehê destpê kir

Dîmen

KOBANÊ – Mihrecana 19ʹê Tîrmehê ku li Meydana Şehîd Egîd tê lidarxistin bi beşdarbûna şandeyên ji Girê Spî, Minbic  û Kantona Cizîrê destpê kir. Mihrecan bi merasîmeke leşkerî ya bi heybet ji aliyê şervananê YPG/YPJʹê ve deswtpê kir.KOBANE-FESTIVALA-MIHRECANE-DESTPEKIR ‫(1)‬ ‫‬

Mihrecana 19ʹê Tîrmehê piştî ku şandeyên kantona Cizîrê, Minbic û Girê Spî gihiştin bi merasîm leşkerî ku ji aliyê 200 şervanên YPG/YPJʹ ve hate lidarxistin destpê kir.

Şandeya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ji Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo û Hevserokê Desteya Perwedeyê Salih Ebdo pêk dihat. Şadeya Rêveberiya Xweser a Girê Spî û TEV-DEM, Her wiha Hevseroka MSDʹê Ilham Ehemd, Heveseroka Meclîsa Damezirîner a Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif, Şandeya Rêveberiya Minbicê bi serokatiya Farûq El-Maşî û Zeyneb Qember tevlî mihrecanê bûn.

Hejmarek mezin ji şervan û fermandarên YPG û YPJʹê jî beşdar bûn.

Mihrîcan bi stran û govenda felklorî didome.

(dc)

ANHA