Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mîhrecana Mîtan di roja duyemîn de didome

EFRÎN – Mîhrecana  Mîtan a bi dûrişmeya”Em jiyanê diafirînin” di roja duyemîn de, dewam dike. Îro şanoya bi navê”Geliyê Mirinê” hate pêşandin.

Di roja duyemîn a mîhrecanê de ku li navenda Çiyayê Kurmênc a navenda kantona Efrînê hatiye lidarxistin, serokên desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, gelek rewşenbîr û bi sedan şêniyên kantonê, amade bûn.

Mîhrecan bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê, şanoya bi navê”Geliyê Mirinê” ku derbarê rêbazên kuştin û wêrankirinê di şerên li çerxên kevin de pêk dihatin rave dikirin, hate pêşandan.

Piştî şanoyê, nirxandin li ser şano hatin kirin.

(kc)

ANHA