Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mihrecana Orkêş di roja duyemîn de didome

Dîmen

QAMIŞLO – Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo, çalakiyên Yekemîn Mihrecana Orkêş a Muzîk û Stranên Gelan di roja duyem de berdewam e

Di roja duyem a mihrecanê de, bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo bi coş û kelecan tevlî mihrecanê bûn.

Mihrecan, ji hêla Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Rojava (TEV-ÇAND) tê birêvebirin.

38  komên muzîkên  Kurd, Ereb û Suryanan ên herêmên Bakurê Sûriyeyê beşdarî mihrecanê bûne. Balkêş e ku her komeke mûzîkê bi rengê xwe tevlî mihrecanê bûye.

Îro jî 5 koman stranên xwe yên gelerî û filiklorî pêşkêş kirin. Kom behsa  mijarê ev in: Koma Gîvara ji bajarê Kobanê, Koma Şehîd Zîlan ji bajarê Dirbêsiyê, Koma Serkeftin ji Qolanê, Koma Şehîd Welat ji Amûdê û Koma Bala ji Qamişlo.

Tê payîn wê mihrecan heta 31`ê mehê dewam bike.

(hş/kc)

ANHA