Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mîhrecana Rojava ya duyemîn a filimên sînema hate destpêkirin

Dîmen

QAMIŞLO – Mîhrecana Rojava ya duyemîn a filimên  sînema, li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, hate destpêkirin.  QAM-FSTEVALA-FELM-EA-ROJ-AVA ‫1 (2)

Bi serperştiya Komîna Filim û bi kordîneya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Cizîrê, Mîhrecana Rojava ya Duyemîn a Filimên Sînema, bi boneya salvegera şewata sînemeya Amûdê, hate destpêkirin.

Di roja yekemîn a mîhrecanê de, bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM, partiyên siyasî û şervanên YPG`ê yên birîndar, amade bûn.

Mîhrecan bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê, pêşkeşvana mîhrecanê bi zimanê kurdî, erebî û înglîzî, bixêrhatin beşdaran, kir.QAM-FSTEVALA-FELM-EA-ROJ-AVA ‫1 (5)

Paşê, Hevseroka Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Asya Abdullah axivî û Komkujiya Sînemeya Amûdê bi bîr anî û sersaxî ji  malbatên  erdheja Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re, xwest.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Cizîrê, Bêrîvan Xalid jî axivî û got ku ev mîhrecan destpêka pêşketina sînema li Rojavayê Kurdistanê ye.

Piştî axaftinan, navên filimên ku wê werin pêşandin û derhênerên wan, hatin xwendin.

Li gorî komîteya amadekar, wê pêşandina filiman heta 17`ê mijdarê dewam bike û 77 belgefilim û kurtefilim, werin pêşandan. Pêşandana filiman wê ji siba ji bajarên Serêkaniyê, Dêrik û Hesekê, werê destpêkirin.

(kc)

ANHA