Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mîhrecana Şehîd Stêrvan di roja xwe ya duyemîn de didome

DÊRIK– Çalakiyên Mihrecana Şehîd Stêrvan di roja duyemîn de didome.

Mîhrecana Şehîd Stêrvan ku bi dirûşemaya “Nasnemeya jinên ciwan biparêzin” hatiye li darxistin, di roja xwe ya dûryemîn de didome.

Di çalakiyên ku duh li gundê Heyaka ya girêdayî navçeya Girkê Legê destpê kir de, 4 komên stranan, komek a dîlanên filklorî, komek a şanoyê tabloyên xwe pêşkêş kirin, her wiha maçeke fotbolê di navbera jinên Efrînê û Cizîrê hate lidarxistin, di dawiyê de tîma jinên Cizîrê bi 4 nuqteyan li beramberî 4 bi ser ket.

Di çalakiyên îro de, koma şehîd Viyan Peymana a Kobanê ya stranên filklorî stranên xwe pêşkêş kirin. Her wiha koma Desteya Niştimanî ya Erebî bi helbestên xwe beşdar bibû.

Koma dîlanên filklorî ya kantona Kobanê, koma Kevana Zêrîn, ji bajarê Hesekê jî koma Kevana Zêrîn bi du şanoyan pêşkêş kirin.

Çalakiya roja duyemîn bi maçeke volîbol bi dawî bû.

(bb)

ANHA