Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mîhrecana Şehîd Stêrvan tê lidarxistin

DÊRIK – Bi dirûşmeya “Nasnameya jina ciwan biparaze” yekemîn mîhrecan li ser asta Bakurê Sûriyeyê bi navê Şehîd Stêrvan tê lidarxistin.DERIK-FESTIVALA-JINEN-CIWAN-DESTPEKIR1 ‫(120717825)‬ ‫‬

Bi tevlîbûneke girseyî ya jinên ciwan, ji kurd, ereb, suryan, çalakiyên yekemîn mîhrecana jinên ciwan bi navê “Mîhrecana Şehîd Strêvan li gundê Heyaka yê herêma Cizîrê dest pê kir.

Di çalakiyên roja yekemîn a mîhrîcanê de, Hevserokatiya Meclîsa Sûriyeye Demokratîk Ilham Ehmed , Berdevka Meclîsa Jinên Sûriyeye Lîna Berekat, Hevserokên Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Cizîrê Hemrîn Elî û ya Efrînê Gulê Cemo, dayîka şehîd Stêrvan, navê rast Stêrvan ya sala borî li herêmên parastina Medya şehîd bû, amade bûn.DERIK-FESTIVALA-JINEN-CIWAN-DESTPEKIR1 ‫(120717826)‬ ‫‬

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê dayika şehîd Stêrvan Emîna Cûma mîhrecan li malbatên şehîdan pîroz kir û got ku ev şehadeta keça xwe serbilind e û anî ziman ku keça wê ji bo azadiya jinê û rizgarkirina welat şehîd bû.

Paşê pêşengeha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi daran hatibûn daliqandin hate vekirin.

Piştî vekirina pêşengekê axaftina destpêkê ya komîteya amadekar a mîhrecanê ji aliyê hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê Hemrîn Elî ve hate kirin.DERIK-FESTIVALA-JINEN-CIWAN-DESTPEKIR1 ‫(120717827)‬ ‫‬

Di mîhrecanê de, Hevseroka MSD‘ê Ilham Ehmed, bi navê Kordînasyona Giştî ya Tevgera Jinên Ciwan Jiyan Koçber, Berdevka Meclîsa Jinên Sûriyeye Lîna Berekat, endama Kongreya Star Fatime Selman axivîn.

Di axaftinan de mîhrecan li tevahî jinên ciwan hate pîrozkirin û hate gotin: “Lidarxistina vê mîhrecanê di vê qonaxê de serkeftineke dîrok ji hemû jinan re ye. rêxistinkirina vê mîhrecanê gaveke ber bi avakirina civakeke azad û demokratîk e.”

Piştî axaftinan, koma Kobanê, koma suryan a herêma Cizîrê dîlanên xwe yên flkolorî pêşkêş kirin, her wiha Koma Kevana Zêrîn a stranên kurdî, daket ser dika mîhrecanê û stranên xwe yên şoreşgerî li ser jinan xwend.DERIK-FESTIVALA-JINEN-CIWAN-DESTPEKIR1 ‫(120717828)‬ ‫‬

Mîhrecana Şehîd Stêrvan yekemîn mîhrecan li ser asta Bakurê Sûriyeye tê bi rêxistinkirin. Çalakiyên mîhrecanê dê 3 rojan berdewam bike.

komên ku dê bi çalakiyên xwe beşdarî mîhrecanê bibin;

Ji herêma Efrînê komeke girêdayî çalakiyên sporê, ji kantona Kobanê komek a mûzîkê û yek a dîlanan. Ji herêma Cizîrê jî 3 komên sînema, du komên dîlanan û du komên mûzîkê. Ji herêma Cizîrê jî wê 3 komên Sînama û du komên govendê û du komên mûzîkê beşdar bibin.DERIK-FESTIVALA-JINEN-CIWAN-DESTPEKIR1 ‫(120717829)‬ ‫‬

Komîteya amadekar destnîşan kir ku wê ji pêkhateya suryan jî du kom beşdar bibin, yek dîlan û yek a helbestan. Her wiha dê alavên kevin ên çanda suryan jî werin pêşkêşkirin.

Ji pêkhateya Ereb jî wê hejmarek komên stranan, dîlan beşdarî mîhrecanê bibin, her wiha dê çîrokên keneşopiyên erebî wê werin pêşkêşkirin. Ji bajarê Minbicê jî dê tevlîbûn hebe.

(bb)

ANHA