Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mihrîcana Girê Spî bi çalakiyên balkêş bi dawî bû

GIRÊ SPÎ – Mihrîcana Çand û Hunerê ya Girê Spî bidawî bû. Di roja duwem û dawî ya Mihrîcanê de hunerên kevneşopiya gelerî hatin pêşkêş kirin, her wiha pêşbirkên sporê û hespên resen jî hatin pêşkêşkirin û xelat li lîstikzanên pêşbirkên mihrîcanê, hatin belavkirin.GIRE SIPI-WISA-MIHERECAN-BIDAWIBU ‫(1)‬ ‫‬

Çalakiyên Mihrîcana ku bi boneya 5`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê hatiye lidarxistin, di 20`ê Tîrmehê de destpê kir.

Di çalakiyên roja duwem a mihrîcanê de ku roja dawiyê bû, şandeyên ji herêmên derdora bajarê Girê Spî, di serî de şandeya Kantona Kobanê ku ji Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê Ayşe Efendî û Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen ve pêkhatiye, amadebûn.

Şandeyek ji bajarê Minbicê, ji rûspiyên êlên bajêr pêkhatibû û şandeyek ji Kantona Cizîrê , her wiha Fermandarên YPG/YPJ`ê  û QSD`ê, Endamên Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî,  şêniyên bajêr û şêniyên Eyn Îsa, Hemem Tirkiman û Silok jî amadebûn.

Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokatîk a Girê Spî Hemdan El-Ebid, bi axaftinekê çalakiyên roja duwem û dawî ya Mihrîcanê vekir. El-Ebid di serî de bixêrhatina beşdaran kir.HEMDAN EL EBD

Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê ya kantona Kobanê Ayşe Efendî jî axivî û xebatên Rêveberiyê yên organîzekirina mîhrexanê spas kirin.AYISA EFENDI

Ayşe di dawiya axaftina xwe de, bang li hemû gelan kir ku refên xwe bikin yek û li hemberî terorê rawestin. Her wiha got ku şer hê nesekiniye û ji aliyê dewletên kendavê ve tê rêvebirin û beşdariyê di qetilkirina gelê Sûriyê û çandina fîtneyê di navbera zarokên yek welatî de , dikin.

Paşê hunerên xwarinên gelerî yên gelê bajarê Girê Spî, di bin konekê de hetin pêşkêşkirin. Piştre komên hunerî yên Navenda Çand û Huner a Girê Spî mûzîk, stran û tabloyên şanogeriyê pêşkêş kirin. Her wiha êla El-Fedan jî govendên El-Dehe ya kevneşop pêşkêş kir.

Di dûre , şevbuhêrkek helbestê hat lidarxistin. Di şevbuhêrkê de gelek helbest hatin xwendin. Êla El-Fedan dîsa govendên taybet ên bi navê El-Şîle pêşkêş kir.

Pêşkeşiyên hespên resen, matşa Fotbolê

Ji çalakiyan dîsa hunerên hespên esîl hatin nîşandan, 3 sîwarên hepên esîl di qada mihrîcanê de li ser bezandina hespan û avêtina wan di ser dîwaran re, pêşkeşiyên hunerî nîşan dan.GIRE SIPI-WISA-MIHERECAN-BIDAWIBU ‫(194576903)‬ ‫‬

Li stadyoma bajêr a li nêzî deriyê sînor, matşek di navbera tîma Asayîşê û tîma gundê El-Sikeriyê hat organizekirin. Di matşê de bi sedan şêniyên bajarê Girê Spî û şêniyên gundê El-Sikeriyê amadebûn.

Şandê Kantona Kobanê û Rêveberiya xweseriya Girê Spî jî, di serî de Serokê Desteya Parastinê Esmet Şêx Hesen , amadebûn.

Piştî matşa ku 90 xulekan dom kiriye , tîma El-Sikeriyê li hemberî tîma Asayîşê 10-9 golan serkeftin bi dest anî.

Mihrîcan bi xelatkirina lîstikzanên pêşbirkan, bi dawî bû

Di dawiya mihrîcanê de, lîstikzanên pileya yekem, duwem û sêyem ên pêşbirka bezê (meraton) kasên meratonê hatin xelat kirin û yên pêşbirkên din jî mêdaliyên sporê û kertên pîrozbahiyê hatin xelatkirin.

Lîstokzanên pileya yekem, duwem û sêyem ên pêşbirka motorsklêtan jî bi kertên pîrozbahiyê û karên pêşbirkê hatin xelatkirin,  lîstokzanên di pêşbirkan de serkeftin bi dest nexistine jî bi mêdeliyan û spasnameyan hatin xelatkirin.GIRE SIPI-WISA-MIHERECAN-BIDAWIBU ‫(194576907)‬ ‫‬

Tîma fotbolê ya gundê El-Sikeriyê bi kasê fotbolê û mîdaliyên wê, her wiha bi daqimên cilên sporê û topeke pê hatin xelat kirin. Tîma Asayîşê jî bi mêdaliyên fotbolê hatin xelatkirin.

Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Zelîxe Ebdî di dawiya mihrîcanê de, spasiya her kesê beşdar bûye û alîkarî ji bo serkeftina mihrîcana çand û hunerê ya Girê Spî daye, kir.

Mîrecan bi girêdana govendên erebî û kurdî ji aliyê beşdaran ve, li ser awaz û stranên gelerî, bi dawî bû.

(rr)

ANHA