Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mihrîcana Mîtan bi dawî bû

EFRÎN – Mihrîcana Mîtan bi pêşkêşkirina belgefilmekê û xelatkirina beşdaran bi dawî bû.  EFRIN-BERDEWAMIYA-FESTIVALE ‫(29667212)‬ ‫‬

Mûsima 3′yemîn a mihrîcana Mîtan di 11′ê Mijdarê de ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve hat destpêkirin.

Mihrîcan bi şahiyekê bi dawî bû. Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endamê Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê Şêraz Hemo axivî, birxêrhatina beşdaran kir û da zanîn ku bi saya fedekariya şehîdan evqas serkeftin têne bidestxistin.

Endamê Komîteya Amadekar Rûmet Beko jî hêvî kir ku şopdarên mihrîcanê bi şanoyên ku dihatin pêşandin kêfxweş bûbin.  EFRIN-BERDEWAMIYA-FESTIVALE ‫(29667214)‬ ‫‬

Her wiha Endamê Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê Hekîm Kalo jî axivî, diyar kir ku çand bingehê avakirina civakane û got ku armanca ji mihrîcanê ne tenê belavkirina xelatane, lê komkirina hunermendan û belavkirina hezkirin û biratiyê ye.

Şahî bi belavkirina spasnameyan û xelatkirina hemû lîstikvanan, bi dawî bû.

(mm)

ANHA