Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mîhrîcana Orkêş berdewam e

QAMIŞLO- Çalakiyên “Yekemîn Mîhrîcana Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelêrî” ku li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo di roja xwe ya şêşemîn de berdewam dike.

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), Yekemîn Mîhrîcana Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelêrî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo organîze kir. Komên ji pêkhateyên kurd, ereb, suryan tevlî mîhrîcanê bû.  Armanc ji mîhrîcanê jî ew e ku çand û kevneşopiyên gelan bêne diyarkirin.

Di roja şêşemîn ango îro de tevlîbûna ji mîhrîcanê ji berê zêdetir bû, bi sedan kes  di mîhrîcanê de amade bûn .

Îro, 6 komên din daketin ser dika mîhrîcanê û bi stranên xwe yên gelerî beşdaran coşandin.

Komên ku îro beşdarî mîhrîcanê bibûn ev in; Koma Erkaxweparastinê a bajare Qamişlo, Koma Tebqa ya ji bajare Tebqayê , Koma Cûdî a bajare  Dêrikê, Koma Sazkar a bajare Qamişlo, Koma Minbicê û Koma Botan a bajare Kobanê derkêtin li ser qade.

(mk/sî)

ANHA