Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mîhrîcana Orkêş bi dawî bû

Dîmen

QAMIŞLO –Mîhrîcana Mûzîk û Stranên Gelan a Orkêş bi stranên pesnê Ocalan, Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê, gelê Êzidî û biratiya gelan bi dawî bû.

Mîhrîcana Mûzîk û Stranên Gelan a Orkêş ku li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo pêk dihat, îro bi dawî bû.

Di roja dawî de, Komîna Şehîd Viyan ji bajarê Zerganê, Koma Çanda Şoreşê, Koma Nesîm a ji Dêrbêsiyê, Koma Buyer a ji Qamişlo, Koma Yekîtiya Hunermendên Dêrbêsiyê û Koma Çiyayê Şengalê strand.

Komên daketin ser dike li gel stranên gelerî, li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê, Biratiya Gelan û gelên Êzidî strand.

Komên ku dê biser bikevin, dê ji aliyê Komîteya Tehkîmê ve were diyarkirin.

(bb)

ANHA