Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mîhrîcana Orkêş di roja pêncan de berdewam e

QAMIŞLO –  Çalakiyên “Yekemîn Mîhrîcana Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelêrî”, li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê di roja xwe ya pêncan de berdewam e.QAMISLO-SAHI (6)

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), Yekemîn Mîhrîcana Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelêrî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo organîze kir. Armanc ji mîhrîcanê jî ew e ku çand û kevneşopiyên gelan bêne diyarkirin.

Bi dehan welatiyên ji pêkhateyên cûda û ji hemû çînên civakê bi coş beşdarî çalakiyên roja pêncemîn a mîhrîcanê bûn.

Di roja pêncan a mîhrîcanê de, 7 komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin. Komên beşdar bûne ev in: Koma Rojava ya Efrînê, Koma Şehîd Xebat a Tirbespiyê, Koma Şoreş a Til Temir, Koma Roja Welat a gundê Girbawî ya Bajarê Qamişlo, Koma Dilbirîn a Dirbêsiyê, Koma Marîna ya Suryanî ya Qamişlo û Koma Minbic a ku stranên Kurdî, Erebî û Tirkumanî pêşkêş kirin. Her komekê 3 stran pêşkêş kirin. Stran gelerî, kevkeşopî û welatparêzî yên gelên Bakurê Sûriyeyê bûn.

QAMISLO-SAHI (4)

Stran, bala beşdaran kişand ku bi çepikên germ û govendê têkildarî stranan bûn.

26 koman, di 5 rojên mîhrîcanê de stranên xwe pêşkêş kirin. Her wiha 13 kom wê stranên xwe di 3 rojên bê de pêşkêş bikin. Mîhrîcan dê di roja yekşemê 31ê Kanûnê de debi dawî bibe.

(hş/jh)

ANHA