Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mihrîcana zarok ji bo cîhanê peyama aştiyê ye

LÎNA CANKÊR

GIRKÊ LEGÊ – Komên zarokan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran amadekariya beşdariya sêyemîn mihrîcana ″Hunera zarok″ dikin.GIRKE_AMADKIRNA_VESTIVALE (2)

Mihrîcana ″Hunera zarok″ salane ji aliyê TEV-ÇAND′ê ve tê organîzekirin û têde hunerên dîlan, stran û şanoyê têne pêwazîkirin. Dê komên hunerî yên zarokan ji navçe û herêmên Kantonên Cizîrê beşdar bibin.

Dê mihrîcan di 1′ê Îlonê de bihata lidarxistin. Lê ji ber ku 1′ê Îlonê Cejna Qurbanê bû, mihrîcan taloqî 5′ê Îlonê hat kirin.

Komên Zarokan ên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran amadekariya beşdariya mihrîcanê dikin û li gorî agahiyên ku berpirsên navendê parve kirine, îsal ji bo mihrîcanê 5 komên hunerî hatine amadekirin.

Di vê çarçoveyê de rojane li navendê perwerdeyên stran, dîlan, şano û mûzîkê têne dîtin.

Ernisto Kajîn ku dewreyên perwerdeyê yên komên hunerî birêve dibe, anî ziman ku mihrîcan du hefteyan bi beşdariya 14 komên hunerî bidome.

Kajîn got ku dê mihrîcana zarokan di roja aştiya cîhanî de were lidarxistin, ji ber zarok sembola aştiyê ne.

Tişta ku mihrîcana îsal balkêş dike ew e ku komên hunerî yên girêdayî Navneda Aram Tîgran amadekariya pêşkêşkirina çanda Erebî dikin.

Mamosteya perwerdeyê li navçeya Til Koçer Fatma Fercan diyar kir ku komeke taybet ji bo dîlana Erebî tê amadekirin.

Mamoste Cûdî Mesûd jî destnîşan kir ku koma mûzîk û stranê du stranên li ser aştiyê amade kirine.GIRKE_AMADKIRNA_VESTIVALE (1)

Zarok jî bi heyecan beşdarî perwerdeyan dibin û amadekariya mihrîcanê dikin.

Mihrîcana yekemîn a ″Hunera zarok″ di Tebaxa sala 2015′an de û mihrîcana duyemîn jî di Îlona sala 2016′an de hat lidarxistin.

(mm)

ANHA