Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mihrîcana Zarokan dewam dike

GIRKÊ LEGÊ – Di roja çaremîn û pêncemîn a Mihrîcana Sêyemîn a Zarokan de, komên zarokan ên ji bajarê Qamişlo, Dirbasiyê, Dêrik, Til Temir, gundên Koçeratan û navçeya Zerganê hunerên xwe  pêşkeş, kirin.GIRKE_BERDEWME_FISTIVALA_ZAROKE1 ‫(100860417)‬ ‫‬

Bi dûrişmeya”Werin em bi hev re zarokatiya xwe bijîn”Mihrîcana Sêyemîn a Zarokan, li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya Rimêlan, di roja pêcemîn de, dewam dike.

Roja çaremîn

Di roja çaremîn a mihrecanê de komên Dirbasiyê(Koma Şehîd Viyan Peyman a Stranan, Koma Mîtan a Govendên Filoklorî, Koma Şehîd Hêvî Şanoyek bi navê”Parastina hewirdorê”)hunerên xwe pêşkeş, kirin. Her wiha komên navçeya Zerganê(Koma Kulîlkên Zerganê a Stranan û Koma Şehîd Zavîn  a Dîlanên Filoklorî)hunerên xwe pêşkeş, kirin.

Her wiha koma bajarê Qamişlo, Koma Şehîd Şano şanoyek bi navê”Şengê û Bengê”, Koma Zarokên Koçeran stran û şanoyek û Koma Kulîlkên Koçera ya dîlanan ên girêdayî herêma Dêrikê, hunerên xwe pêşkeş, kirin.GIRKE_BERDEWME_FISTIVALA_ZAROKE1 ‫(1)‬ ‫‬

Roja pêncemîn

Di roja pêncemîn a mihrecanê de, Koma Kulîllkên Azadî û Koma Cûdî yên stranan û Koma Şehîd Dijwar a Dîlanan û Koma Ava Mezin a Şanoyê, hunerên xwe pêşkeş, kirin.

Koma Kulîlkên Kurdistanê ya Stranan û Koma Kulîlkên Til Temir a Dîlanan û Koma Şehîd Yekta ya Şanoyê, yên Til Temir hunerên xwe pêşkeş, kirin.

Mihrîcan ta 12`ê Îlonê dewam dike.

(kc)

ANHA