Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mîhrîcana Zîlan îsal bi ruhê berxwedana xweseriyê  tê lidarxistin

 NAVENDA NÛÇEYAN –  12’mîn Mîhrîcana Jinê ya Zeynep Kinaci (Zîlan), bi dirûşmeya “Em di qadên xweseriyê de têkoşîna azadiyê bilind bikin” wê di 18’ê Hezîranê de li bajarê Elmanya Dortmûndê pêk were.

 Komîteya amadekar a mîhrîcanê duh civîna xwe ya berfireh lidar xist û bernameya Mîhrîcanê eşkere kir.

Mîhrîcana Jinê ya Zîlan ji aliyê TJK- E, YJK-Elmanya û Buroya Aştiyê ya  Jinên Kurd Cenî ve tê organizekirin. Di civîna berfireh de nûnerên FEDA, Utamara, Jinên Ciwan ên Azad  û Meclîsa Jinê ya PYD’ê ya li Ewropayê  amede bûn.

Li gorî plansaziya hat amadekirin; li ser navê kongra Star Nûbihar Mistefa ji rojavayê Kurdistanê wê beşdarî Mîhrîcanê bibe. Her wiha ji qadên berxwedana xwerêveberiyê û ji partiyên cep jî wê axaftvan tevlî Mîhrîcanê bibin.

Hunermend Rojda, Jala, Pedra, hunermendên jin ên TEV-ÇAND’ê; Koma Dengê Zarokên Mezopotamyayê, Koma Jinên Êzidî, Îtalî û di beşa dansên gelerî de jî jinên Hindî û wê folklora Kurdî derkevin ser dikê.

Her wiha ji Latîn Amerîka jina şoreşger Gaby Baca wê stranên şoreşgerî pêşkêş bike.

Di 12. Mîhrîcana Jinê ya Zeyneb Kinaci de ji bo zarokan bernameyek taybet hate amadekirin. Bi pisporiya mamosteyên dibistana zarokan, civaknas û hwd.  bi ekîbek taybet wê bername pêk bê. Di bernamê de pêşbirk, lîstokên zarokan cih digirin. Bi taybetî wê qada zarokan bi wêneyên zarokên şehîd ên berxwedana xwereveberiyê ve bêne xemilandin.

Di Mîhrîcanê de sê konên panelê bi mijarên cur bi cur wê bêne vedan. Kona yekemîn ji aliyê Dîplomasiya Jinê, ya duyemîn ji aliyê jinên ciwan ên azad bi hevkariya JXK, sêyemîn jî ji aliyê sazî û weqfên jinan ve tê danîn. Li ser mijara Jinolojî wê şanoyek bê pêşkêşkirin, paşê wê nîqaşên berfireh pêk bên.  Civaka zayendperest, çareseriya pirsgirêkên jinên ciwan ên li Ewropa, xweseriya demokratîk, netewa demokratîk û danasîna kar û xebatên saziyan mijarên sereke yên panelan e.

Di 12. Mîhrîcana Jinê de ji hunera  destan bigire heta enformasyon, xwarin û vexwarinê wê bi dehan stand bêne vekirin.

Endama Komîteya Amadekar a Festivalê Songul Talay diyar kir ku 12.  Mîhrîcana Jinê ya Zîlan bi dirûşma xwe diyarî şehîdên berxwedana qadên xweseriyê û tevahî şehîdên Kurdistanê tê kirin. Di heman demê de anî ziman ku her sal Mîhrîcana Zîlan bi heybetbûn û bernameyên cihêreng tê lidarxistin. Mîhrîcana îsal jî bi kevneşopî, ezmûn û dewlemendiya 12 salan hem di qada netewî hem jî navnetewî de rastî eleqeyek mezin tê. Talay herî dawî bi bîr xist ku di warê teknîkî de hemû amadekariyên wan bi dawî bûne. Endama komîteya amadekar a Mîhrîcanê Songul Talay di dawiyê de banga tevlîbûnek xurt li jinan, jinên ciwan û tevahî civakê kir. Bangawazî wiha bi dawî bû: “Werin em di 18 Hezîranê de li Dortmûndê bi ruhê Sêvêyan û di xeta xwedawenda Ş. Sara de manîfestoya jiyanê ku Ş.Zîlan bi çalakiya xwe ji nû ve zindî kir, tekoşîna xwe ya azadiyê ji bo azadiya Rêber APO û Kurdistana azad û xweser bilind bikin.”