Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mihrîcanê Osman Sebrî ya wêjeyê hat lidarxistin 

Dîmen

QAMIŞLO – Ji bo bîranîna helbestvan û wêjevan Osman Sebrî, Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê mihrîcaneke wêjeyê li dar xist.QAM-MEHRJAN-OSMAN-SEBRE

Mihrîcana Osman Sebrî ya wêjeyê di bin dirûşmeya ″Wêjeya gelan li Rojava nûjen dibe″ li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.  Di mihrîcanê de helbestvan û wêjevan li hemû bajarên Bakurê Sûriyê amade bûn û 88 kurte çîrok, gotar û helbestên bi zimanên Kurdî û Erebî hatin pêşkêşkirin.

Mihrîcan bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Hena Hena axivî û da zanîn ku ji ber girîngiya çand û wêjeyê di jiyana mirovan de ev mihrîcan hat lidarxistin. Hena wiha domand: ″Wêjevan Osman Sebrî li nûjenkirina çand û folklora Kurdî de roleke girîng lîst. Em lidarxistina mihrîcanê li beşdaran û tevahî gelên Bakurê Sûriyê pîroz dikin″.

Di berdewama mihrîcanê de hevalê Osman Sebrî, helbestvan Salih Heyder helbestek xwend û li ser jiyana Osman Sebrî axivî.

Piştre koma Cûdî ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê stranên folklorî gotin.

Di dawiyê de komîteyeke ku ji 5 kesan pêk tê, berhem nirxandin û kesên ku bi ser ketin xelat kirin.

(mm)

ANHA

QAM-MEHRJAN-OSMAN-SEBRE1 (3) QAM-MEHRJAN-OSMAN-SEBRE1 (2)