Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Milleyên Efrînê: Dagirkerî û hovîtî berxwedana me lawaz nake

Dîmen

EFRÎN – Milleyên mizgeftên bajarê Efrînê diyar kirin ku hevgirtina welatiyên herêmê û jiyana hevbeş ne li gorî berjewendiya dagirkeran e û ji ber vê yekê hewl didin fitneyan di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê de derbixînin û gotin ku dagirkerî û hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê berxwedana wan lawaz nake.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê ji 20’ê Çile ve hovîtiya xwe li dijî welatiyên herêma Efrînê berdewam dikin. Li hemberî hovîtiya dagirkeran welatiyên herêmê berxwedana xwe bi lehengî berdewam dikin. Girêdayî mijarê Yekîtiya Karûbarên Olî û Weqfa Zaniyarên Îslamî li Efrînê bi daxuyaniyekê hovîtiya dagirkeran li dijî welatiyên herêmê bi tundî şermezar kirin.

Daxuyaniya Yekîtiya Karûbarên Olî wiha ye:

“Di destpêkê de em komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî herêma Efrînê bi tundî şermezar dikin. Hovîtiya li dijî Efrînê berdewama komployê ye. Artêşa dagirker bi van êrîşên xwe hemû pîvan û nirxên mirovahiyê binpê dike û binesaziya xizmetguzarî ya herêmê û mizgeftan armanc digire.

Ev hovîtiya dagirkeran nîşana keysbaziya wan li dijî rêgezên ola Îslamî ye. Nemaze armanca ola Îslamê parastina mirovan e. Helwestên Erdogan hemû berûvajî van pîvanan e.

Erdogan duh bi keysbazî li ser zarokên Gazzayê digirî. Em jêre dibêjin êdî bes e baziganiyê bi ola îslamê bikî û êdî rûreşiya wî li pêşiya giştî cîhanê eşkere bûye.

Di van salên borî de herêma Efrînê ji seranserî Sûriyeyê koçber hembêz kirin û biratiya gelan û jiyana hevbeş li vir gelekî hate pêşxistin.

Ev hevgirtina welatiyan û jiyana hevbeş ne li gorî daxwaza dagirkeran bû, ji ber vê yekê bi hemû hêz û derfetên xwe hewl didin fitneyan di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê de derbixînin. Dema ku nikaribûn fitneyên xwe derbixînin komên çete di êrîşa li dijî herêmê de dane xebitandin.

Evan hewldanên dagirkeran ên qirêj ti carî berxwedana me lawaz nakin. Bila Erdogan û alîgirên wî baş bizanibin ku Efrîn dê bibe gora çeteyan.

Em di heman demê de bêdengiya navnetewî û rêxistinên mirovahî, hiqûqî û îslamî li hemberî van destdirêjiyên dagirkeran bi tundî şermezar dikin. Em bang li van aliyan dikin ku bi berpirsyariyên xwe yên exlaqî rabin û komkujiyên Erdogan li dijî welatiyên Efrînê rawestînin. Em berxwedana şervanan ku bi xwîna xwe efsaneyên dîrokî dinivîsin silav dikin.

Em bang li hemû aliyan dikin ku bi berpirsyayên xwe yên olî, niştimanî û exlaqî rabin û hevgirtina xwe li dijî van hovîtiyên dagirkeran xurttir bikin.”

Daxuyanî bi dua û xwendina ayetên Qurana pîroz bi dawî bû û ji Xweda xwestin ku aramiya li herêmê vegerîne.

(jh)

ANHA