Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mînakeke tekoşîna welatiyan li hember Tirkiyeyê

RÊNAS REMO

TIRBESPIYÊ – Tirkiye her dem bi mebesta dagirkirin û derxistina tevlîheviyan li Rojavayê Kurdistanê, tev geriyaye. Bûyera girtina 43 welatiyên di salên 1950′ê de jî, vê yekê piştrast dike.TIR-DAKIRKIRIYA-DEWLETA-TIRK ‫(1)‬

Di salên 50′î Tirkiyeyê 43 welatiyên gundê Girdêm ê 15 km dikeve bakurê bajarê Tirbespiyê, ku agirê bi zeviyan ketibû vedimirandin, girtin.

Sebirî Elî Ehmed ku temenê wî 90 sale, yek ji şahidên vê bûyera ku veguherî çirûskeke şoreşê bû, ji ANHA′ê re dateyên wê  û çawa Wezîrê Derve yê Sûriyeyê mudaxele kir, vegotin.

Sebirî wiha dest pê kir: ″Leşkerên Tirk agir berdan zeviyan, dema agahî belav bû, mêrên gund bi cilên xewê çûn nava zeviyan. Lê dema gihîştin wiSEBRI ELI EHMEDr, leşkeran ew dorpêç kirin û bi tewanbariya revandin û rûxandinê, ew girtin û birin zindanên Tirkiyeyê.″

Ehmed da zanîn ku  piştî ew hatin girtin, generalekî Tirk çeka wî jê girt û bi hinceta lipeyîketina qaçaxçiyan, derbasî gundê Dêrna Qulingan bû û li wir şer di navbera wan û welatiyan de derket. Di encamê de generalê Tirk û 4 leşker hatin kuştin.

Kalemêrê 90 salî destnîşan kir ku bi kuştina generalê Tirk, leşkeran xwestin ji welatiyên gundê Girdêm tol hilînin û di 27′ê Tîrmeha sala 1957′an de, ew veguhezandin zindana Nisêbînê. 37 rojan di bin îşkenceyê de man û neçar man di nava gotinên xwe de  kuştina general û leşkerên Tirk bigirin ser xwe.

Li beramberî radestkirina cenazeyê general û leşkeran, her wiha rakirina dorpêçê ji ser 11 leşkerên Tirk ku di gundê Meişûqe de asî mabûn, welatiyan şert kir ku şêniyên herêmê yên girtî bên berdan. Lê Tirkiyeyê soza xwe bi cih nanî û welatî bernedan.TIR-DAKIRKIRIYA-DEWLETA-TIRK ‫(1)‬ ‫‬

Vê yekê hêrsa gel li  hember Tirkiyeyê zêde kir û ji Dêrikê heta Amudê gel rabû ser piyan. Li gor Sebirî vegot, ji bo kêmkirina hêrsa gel Wezîrê Derve yê Sûriyeyê di wê demê de Selahedîn Beytar serdana Enqere kir û da zanîn ku eger welatî neyên berdan dê şoreşek rabe, lewma Tirkiye şêniyên gundê Girdêm serbest berdan.

(nse)

ANHA