Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Minbicî meclîsa xwe fireh dikin

MINBIC – Meclîsa Sivîl a Minbicê bi armanca hemû beşên civakê  di nava rêxistinkirinê de cihê xwe bigirin, xebatên firehkirina meclîsê dane destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de, meclîsê komîteya Amadekar a meşandina xebatan amade kir. Meclîsê demil dest dest bi xebatan kir.

Ev komîte di nav eşîre, gund, rewşenbîr, kesayetên teknoqrat û kesayetên pêşeng ên hemû pêkhateyên Minbicê re civiya.

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Minbicê Sozdar Xalid li ser mijarê de got ku ew ê di demeke kurt de e wê tevna meclîsê bê firehkirin û îlankirin.

Meclîsa Sivîl a Minbicê di nîsana 2016’an de ji bo rêvebirina karûbarên koçberên Minbicê ji 43 nûneran hate avakirin. Meclîsê dabu zanîn ku ew ê bi rizgarkirina Minbicê re tevna xwe fireh bike, da ku karibe hemû beşê civakê birêve bibe.

Meclîsê paşê di operesyona rizgarkirina Minbicê de rola rêxistinkirin û rêvebirina civaka Minbicê girt ser xwe.

(ne/dc)

ANHA